Li navçeya Elkê welatiyek di êrişa çekdarî de hate kuştin 2023-05-08 08:08:42   ŞIRNEX - Welatiyê bi navê Temer Temel ê li gundê Setkarê yê navçeya Elkê li ber deriyê mala xwe rastî êrişeke çekdarî hat jiyana xwe ji dest da.    Welatiyê bi navê Temer Temel (50) ê li gundê Setkarê yê navçeya Elkê dijiya û birayê Şaredarê Elkê yê DBP’î Yûsûf Temel e duh bi şev li ber deriyê mala xwe rastî êrişeke çekdarî hat. Temel ê ji bo biçe mal dema ji wesayîta xwe peya bû, ji aliyê hin kes an kesan ve rastî êrişê hat jiyana xwe ji dest da. Hate hînbûn ku dijminatiya Temel bi kesê re nebû. Çavkaniyên herêmî îdiakirin ku sûîkast li Temel hatiye kirin.    Cenazeyê Temel rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê. Xizmên wî yên agahî bihîstin bi zemaran berê xwe dan nexweşxaneyê.    Hate diyarkirin ku cenazeyê Temel ji bo otopsiyê birine Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û hate zanîn ku cenazeyê Temel wê îro dora saetên nîvro li gundê Setkarê were veşartin.