Qeyûm ji bo ‘Mîhrîcana Sûrê’ ya wezaretê 7 milyon û 59 hezar lîra xerc kir 2023-05-08 09:01:44   AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye, ji bo “Mîhrîcana Rêya Sûrê” ya Wezareta Çandê bi giştî 7 milyon û 59 hezar lîre xerc kir ku ji wan 5 milyon û 540 hezar lîre ji bo “karê duçerxê” hatiye xerckirin.    Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkiyeyê di sala 2022’yan di çarçovaya “Mîhrîcanên Rêya Çandê ya Tirkiyeyê” de li 5 bajaran mîhrîcan li dar xist. Wezaretê di navbera 16-25’ê Îlonê de li Çanakkaleyê, di navbera 22-30’ê îlonê de li Konyayê, di navbera 8-16’ê cotmehê de li Sûr a Amedê, di navbera 1-23’yê cotmehê de jî li Enqere û Beyoglû ya Stenbolê mîhrîcan li dar xist. Di mîhrîcanan de bi sedan çalakî hatin lidarxistin. Wezaretê bi şaredariyên AKP’î re şirîkatî nekir û tevahiya çalakiyên di bernameyan de bi kes û derdorên nêzî AKP-MHP’ê re li dar xist.    Yek ji mîhrîcana herî zêde bûye rojev jî “Mîhrîcana Rêya Çandê ya Sûrê” bû. Di navbera salên 2015-2016’an de li Sûrê qedexeya derketina kolanan hatibû ragihandin û 6 taxên wê hatibûn wêrankirin û hilweşandin. Li şûna wan malan jî malên ku mîmariya wan dişibe ya girtîgehê hatibûn avakirin. Bijartina yek ji deverên bo mîhrîcanê, rastî bertekên tund ên gelek derdoran hat. Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên bajar, bertek nîşanî mîhrîcanê dan û weke “Qirkirina çandî” nirxandin.    JI BO MÎHRÎCANA WEZARETÊ BÛDÇE HATE VEQETANDIN   Li gel van, her wiha yek ji mijarên herî zêde hatiye rexnekirin jî bûdçeya ji bo mîhrîcanan hatiye veqetandin bû. Ji bo mîhrîcana li Sûrê, tevahiya AKP’î û bûrokrat hatin seferberkirin. Ji her navçeyê bi hezaran kes ji bo konser û çalakiyên rojane veguhestin Sûrê. Her wiha hat ragihandin ku 2 hezar hunermend tev li bûne û bi sedan çalakî hatine lidarxistin. Tê payîn ku lêçûnên mîhrîcanê ji hêla bûdçeya wezaretê ve hatiye pêşwazîkirin. Derket holê ku hinek lêçûn jî ji hêla Şaredariya Bajarên Mezin a Amedê ve hatine pêşwazîkirin ku di bin rêveberiya qeyûm de ye.    Hat hînbûn ku ji bo mîhrîcanên li Çanakkale, Konya, Enqere û Stenbolê yek qirûş jî ji qaseyên şaredariyan nehatine xerckirin. Lê derket holê ku şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de ji bo lêçûnan 3 îhale kirine û bi giştî 7 milyon û 59 hezar TL ji bo mîhrîcanê xerc kiriye.     KARÊ WERGIRTINA XIZMETÊ    Rêveberiya qeyûm, ji bo “Karê Wergirtina Karê Xizmetê ya Organîzasyona Çalakiyan a Mezopotamyayê ya Mîhrîcana Rêya Çandê ya Sûrê” di 10’ê cotmehê de bi rêbaza bazariyê îhaleya bi bihayê milyonek û 557 hezar û 333,33 hezar lîre kir. Kitekitên îhaleyê nehatin parvekirin û bi milyonek û 519 hezar û 400,00 TL'ê dan Kargeha Lîmîted a Organîzasyona HSB’ê ya Oto Aksesuar Înşaet, Ceyran, Pîşesazî û Bazirganiyê.    JI BO DUÇERXAN MILYON LÎRE XERC KIRIN   Ji bo “Karê Wergirtina Xizmeta Organîzasyonên Mîhrîcana Duçerxê” jî di 4’ê cotmehê de îhale hate kirin. Lêçûnên ji bo îhaleyê weke 3 milyon û 52 hezar TL hate diyarkirin. Îhale bi rêbaza bazariyê hate kirin û bi milyonek û 889 hezar TL’an dan Kargeha Lîmîted a Turîzm Tekstîl Xurek Paqijî Kozmetîk Îthalat Îxrackirin Pîşesaziyê ya Bırkleynê.    Di 3’yê cotmehê de jî îhaleya “Karê Wergirtina Xizmeta Belavkirina Amûran a li Xwendekaran” hate kirin. Lêçûnên wê nêzî 4 milyon û 896 hezar û 250 TL hate diyarkirin. Ev îhaleye jî bi 3 milyon û 651 hezar û 500 TL’an dan fîrmaya Enqereyê ya Karegeha Lîmîtedê ya Bîsîklet Motosîklet a Deltayê.    ÎHALEYÊN ‘LEZ’   Balkêşe ku her 3 îhaleyên behsa xeberê jî li gorî fikraya B a xala 21’emîn a mewzûatê (Di rewşên weke karesat, şewb, talûkeya windahiyên can û mal ên di kêliyê de rû didin, ji bo parastina can û mal divê bi ecele werin dayîn.) hatin dayîn.    MA / Azad Altay