Dengdayîna li derveyî welat sibe bi dawî dibe 2023-05-08 11:23:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Dengdayîna li derveyî welat sibe dê bi dawî bibe. Lê dengdayîna li deriyên gumrikê dê heta 14’ê Gulanê berdewam bike.    Ji bo hilbijartina serokkomariyê û hilbijartinên giştî li nûnertî, konsolosxane, balafirgeh û deriyên gumrikê bi giştî 4 hezar û 969 sindoq hatin danîn. Li deverên behsa xeberê dengdayîn di 27’ê nîsanê de dest pê kiribû û heta niha berdewam e. Li welatên Ewropayê 3 milyon û 286 hezar û 786 hilbijêr hene û dengdayîna li van welatan sibe bi dawî dibe. Dengdayîna li deriyên gumrikê jî dê heta 14’ê Gulanê berdewam bike.    Li gorî daxuyaniya dawî ya Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK); li 73 welat û 156 nûnertiyên li derveyî bajar heta niha bi giştî milyonek û 404 hezar û 381 hilbijêran dengê xwe daye.