Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Edeneyê kir 2023-05-08 12:16:59   EDENE - Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Edeneyê Sabahat Mutluay diyar kir ku ew ê li Edeneyê mitîng li dar bixin û got: “Em her kesî vedixwînin mitînga me ya 11’ê gulanê ku em bi hev re biguherînin.”    Partiya Çepên Kesk wê di 11'ê Gulanê de li Qada Ûgûr Mumcu ya navçeya Seyhana Edeneyê mitînga hilbijartinê li dar bixe. Mitîng wê saet di 17.00’an de dest pê bike. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, Berdevkê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Berdan Ozturk, Hevseroka Partiya Jinûve Avakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce, Serokê Partiya Kedê (EMEP) Ercûment Akdenîz wê beşdarî mitîngê bibin. Dê hunermend Mervan Tan jî derkeve ser dikê.   'EM Ê TEQEZ BI SER BIKEVIN’    Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Edeneyê têkildarî mitîngê li avahiya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Edeneyê Sabahat Mûtlûay axivî û diyar kir ku ew ê di 11’ê Gulanê saet 17.00’an de li Qada Ûgûr Mumcu mitîngê pêk bînin. Mûtlûay wiha got: "Em di serdemeke wisa de ne ku weke av û hewa pêwîstiya me bi azadî, wekhevî, demokrasî û edaletê heye. Em diçin hilbijartinên herî krîtîk ên dîroka Tirkiyeyê. Ev hilbijartin wê bibe hilbijartina veguherînê. Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de dê siberoja welat û civakê were bijartin. Tenê du rê li ber me ne, yan em ê ji faşîzmê re bêjin na yan jî wê faşîzm bi sazî bibe. Em ê faşîzmê rawestînin û di Meclisê de wek temînata demokrasî, siberojeke azad û wekhev bi hêztir cihê xwe bigirin. Hêza me ya vê yekê heye, îradeya me ya serkeftinê heye. Em her kesî vedixwînin 11'ê Gulanê ya Edeneyê ku em ê bi hev re biguherînin. Em ê teqez bi ser bikevin, em ê bi hev re bi ser bikevin."