Êrişên nîjadperest ên li dijî Partiya Çepên Kesk hatin protestokirin 2023-05-08 14:04:55   MÊRSÎN - Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê êrişên nîjadperest ên li dijî partiya xwe şermezar kir û wiha got: “Dê ev gel di 14’ê Gulanê de li ser sindoqan bersiva pêwîst bide.”    Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê têkildarî êrişên nîjadperest ên li dijî partiya xwe, li avahiya partiyê daxuyanî da. Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) jî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê Burcu Acar axivî û da zanîn ku êriş ji hêla îktîdara AKP-MHP’ê ve tên organîzekirin.    Acar, wiha got: “Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ji zû de dibînin ku dê têk biçin. Pir baş dizanin ku dê di 14’ê Gulanê de têkçûneke mezin bijîn. Îktîdara ku têk diçe, tehemûla vê têkçûnê nake. Lewma serî li rêbazên herî baş jê fêm dikin kirine; serî li tundiyê didin. Hewl didin bêzar bikin û serkeftina me veşêrin. Lê xwe dixapînin, ji ber ku em ê têk neçin û serkeftineke mezin bi dest bixin.”    ERIŞÊN HATINE KIRIN   Acar, êrişên di pêvajoya dawî de wiha rêz kir:     “* Di 1’ê gulanê de dema HUDA-PAR’iyan xebatên standê dimeşandin bûyerek bi serê wan hat. Hewl dan vê bûyerê bixin stûyê partiya me û provakasyonê çêbikin.    * Di 3’yê gulanê de êrişkarekî li qeraxa Vîranşehîr a navçeya Mezîtliyê li dijî rêveberekê partiya me hewl da provakasyonê bike lê ev provokasyon bi saya feraseta gelê me vala hate derxistin.    * Şaredarê Akdenîzê Mûstafa Gultak bernameyeke televîzyonê ya di 6’ê gulanê de endamên Meclisa Şaredariyê yên HDP’î bi hinceta ‘nirxên neteweyî’ hedef girt. Ji ber ku endamên me li dijî pêşkeşkirina erdên cemaweriyê û nelirêtiyan derketin, bi vê gotinê hewl dane wan hedef bigire.    * Duh di saetên nîvro de dema hevalên me wesayîta anonsê li navçeya Tarsûsê xebatên hilbijartinê dikirin, rastî êrişeke bikêran û bi çoyan a komeke faşîst û nîjadperest a MHP’î hatin. Tevî ku hevalên me bi aqlekî selîm tevgeriyan jî ev êriş domiya û 5 hevalên me birîndar bûn.    * Di heman rojê de Ekrem Îmamoglû û girseya CHP’ê li Erziromê rastî êrişa bi keviran hat. Dê bi van êrişên xwe yên li dijî gel re nekarin encamekî bi dest bixin.”    Acar, herî dawî jî got ku dê xebatên xwe bênavber bidomînin û bersiva pêwîst jî di 14’ê Gulanê de li ser sindoqan bidin.