Li Îdirê ji bo mitînga sibê bang hate kirin 2023-05-08 14:08:52     ÎDIR - Namzetên Partiya Çepên Kesk yên Îdirê Aysel Aras û Yilmaz Hûn serdana dikandaran kirin û gel vexwendin mitînga mezin a Îdirê ku dê sibê bê lidarxistin.    Partiya Çepên Kesk dê sibê saet di 11.00'an de bi tevlibûna Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan li Qada Şaredariyê mitînga mezin a Îdirê li dar bixe. Hunermend Cevdet Bagca jî dê di mitîngê de derkeve ser dikê. Namzetên Partiya Çepên Kesk ên Îdirê Aysel Aras û Yilmaz Hûn, li sûka Îdirê serdana dikandaran kirin û gel vexwendin mitîngê. Dikandaran namzet bi dilgermî û keyfxweşî pêşwazî kirin û ji bo hilbijartinê serkeftin xwestin.   Piştre namzet derbazî Buroya Hilbijartinê ya Jinan bûn û li wir amadehiya şahiya ku dê êvarî li Taxa Ozgurê bê lidarxistin kirin.