Berdana Sayin ê girtî 3 mehan hate taloqkirin 2023-05-08 15:57:22   STENBOL - Rasîm Sayin ê li Girtîgeha Sîlîvriyê tê ragirtin, tevî ku da di 10’ê gulanê de cezayê lê hatiye birîn xelas be jî bi hinceta “ne di rewşeke baş de ye” berdana wî 3 mehan hate taloqkirin.    Rasîm Sayin ê li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5’an a Sîlîvriyê tê ragirtin bi hinceta “ne di rewşeke baş de ye” înfaza wî hate şewitandin û berdana wî 3 mehan hate taloqkirin. Sayin ê li mala xwe ya li Stenbolê bi serdegirtinê hatibû binçavkirin, piştî 21 rojan di bin çavan de mabû ji aliyê 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin û şandibûn Girtîgeha Metrîsê. Pişt re sewqî Girtîgeha Tîpa F a Wanê û dû re jî sewqî Girtîgeha Sîlîvriyê hate kirin.    Înfaza Sayin ku dihat payîn da di 10’ê gulanê de bê berdan, ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdarî ve bi hinceta “ne di rewşeke baş de ye” hate şewitandin û 3 mehan hate taloqkirin.    NAYÊ DERMANKIRIN   Birayê wî Engîn Sayin diyar kir ku pirsgirêkên kekê wî yên tenduristiyê hene û wiha got: “Di qirika kekê min de nodul heye. Her tim aciziya vê dikişine. Dibêje ku nexweşe lê ne dibin nexweşxaneyê ne jî dermanên wî didinÊ. Di rewşên dibin de jî bijîşk lê nanêrin.”   Sayin ê qala binpêkirinên mafan ên kekê wî di girtîgehê de dijiyan kir wiha got: “Her tim bi ser qawişên wan de digirin. Rastî tacîza devkî tên. Bi awayekî bêhiqûqî cezayên dîsîplînê tên birîn.”