Li Semsûrê eleqeya ji bo Partiya Çepên Kesk 2023-05-08 18:31:23     SEMSÛR - Partiya Çepên Kesk li Semsûrê serdana gundan kir. Li gundên Semsûrê Partiya Çepên Kesk bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin û dimênên rengîn derketin holê. Partiya Çepên Kesk li Semsûrê xebatên xwe yên hilbijartinê bi tevlîbûna namzetên parlamenteriyê yên bajêr Ali Kenanoglû, Îzzet Karadag, Yuksel Yucedag, Bulent Çinar û Meryem Cerîtlî li navendê, navçeyên Çêlikan, Bêhiştî û Kolikê domandin. Namzetê parlamenteriyê Alî Kenanoglu û Meryem Ceritlî û şandeya li gel wan serdana gundên navçeya Bêhiştiyê kirin û li gundan bi şêniyan re hatin rûniştin û pirsgirêkên wan guhdarkirin. Her wiha şande li gundan belavok belavkirin. Şande ji aliyê şêniyên gundan ve bi coş hat pêşwazîkirin û namzetên parlamenteriyê Alî Kenanoglu û Meryem Ceritlî jî xebatên Partiya Çepên Kesk bilêvkirin. Li gundan coşa zarokan hêjayî gotinê ye. Zarokan ala Partiya Çepên Kesk hilgirtin û dimênên xweş derketin holê. Li gundan dayikeke bi nîşana serkeftinê şandeyê pêşwazî kir û got ku ew ê bi ser bikevin û vê desthilatê bişînin. Her wiha di rê de jî Partiya Çepên Kesk bi konwoyê hat pêşwazîkirin. Jinên li ser rê bi motora lê siwar bûbûn daxilî nava konwoya Partiya Çepên Kesk bûn û jinan li ser motorê bi berzkirina dirûşmeyan alayên Partiya Çepên Kesk li ba kirin. JI BO AZADIYA HEVALÊN ME' Alî Kenanoglû li gundan axivî û diyar kir ku ew ê welatekî ku zarok lê neyên kuştin ava bikin û got: “Em bi dayîna berdêlan hatine van rojan. Ji ber vê yekê em nikarin giraniya hilbijartinan bi yek kursî re bikin yek. Bi vê boneyê em bi muxatabên xwe re li ser komara demokratîk û azadiya gelê xwe axivîn. Me ji bo azadiya hemû hevalên xwe yên niha di girtîgehê de ye ev têkoşîn meşand. Çend hilbijartin mane. Piştî ku em hemû li ser sindoqan yek deng bidin Partiya Çep a Kesk û dengek jî bidin Kemal Kiliçdaroglû, em ê sindoqên xwe biparêzin." Namzetê Parlamenteriyê Îzzet Karadag û şandeya li gel wî jî li navenda Semsûrê serdana mexdûrên erdhejê û sazî û rêxistinên civakî kir. Di serdanê de şande pirsgirêkên mexdûrên erdhejê guhdar kirin û ji bo çareserkirina pirsgirêkan nêrînên mexdûran esas girtin. Di Serdana sazî û rêxistinên civakî de jî şande derbarê xebatên saziyan ên ji ber erdhejê de agahî girtin. Namzeta parlamenteriyê Yuksel Yucedag û şandeya li gel wê jî serdana gundên Kolikê kir û li gundan pirsgirêkên gel guhdarkirin û belavok belavkirin. Her wiha Yucedag ku li Kolikê ji dayik bûye, ji şêniyên gund re got ku ew bi pirsgirêkên Kolikiyan dizane û dikare çareser bike. Namzetê parlamenteriyê Bulent Çinar jî serdana gundên navçeya Çêlikan kir.