Aymaz bi stranên kurdî hat bibîranîn 2023-05-08 19:52:09   ÎZMÎR – Endamên TEHÎS’ê muzîkjen Cîhan Aymazê ku li Stenbolê di êrişeke nijadaprest de hat qetilkirin, bi stranên kurdî bibîr anîn û gotin ku piştî her muzîkjenekî hêrsa wan mezintir dibe. Sendîkaya Karkerên Turîzm, Şahî û Xizmetê (TEHÎS), li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylanê ya li Alsancaka Îzmîrê, jib o muzîkjen Cîhan Aymaz ku li Stenbolê di êrişeke nijadaperest de hatibû qetilkirin, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em te jibîr nakin” hat vekirin. Her wiha dowîzên ku li ser “Her muzîkjenên tên qetilkirin seîrhildana me ne” nivîsandî hatin bilindkirin. Di daxuyaniyê de dirûşmeya “Cîhan Aymaz serîhildana me ye” hat berzkirin. Nûnerê TEHÎS’ê yê Îzmîrê Okan Kilinç metna daxuyaniyê xwend. Kilinç bilêv kir ku Aymaz gava hunera xwe îcra dikir di êrişeke nijadperest û faşist de hatiye qetilkirin û got: “Hê jî kujerên Onûr Şener nehatine cezakirin. Ev yek rê li ber van cinayetan vedike.” Kilinç destnîşankir ku qetilkirina Aymaz hêrsa wan mezintir kiriye. Kilinç anî ziman ku muzîkjen tim di hedefa şidetê de ne û got: “Em ê hesab ji feraseta ku bûye köleye pergala kapîtalîst bipirsin.” Dauxyanîbi stranên kurdî yên ji bo bîranîna Aymaz bi dawî bû.