'Divê kes hesabê siyaseta bêyî kurdan neke’ 2023-05-08 22:43:04   AMED- Partiya Çepên Kesk, li gundê Yeşîl ê Sûrê bi gundiyan re civiya. Di hevdîtinê de îşaret bi siyaseta demokratik hat kirin û hat gotin ku divê kes hesabê siyaseta bêyî kurdan neke.   Partiya Çepên Kesk xebatê xwe yên hilbijartinê bi lez berdewam dike. Hevserokê  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, namzeyên parlemeteriyê yên bajêr Sorgul Aytek, Cengîz Çandar, Semet Menguç, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevberdevka Partiya Çepên Kesk ya Amedê Pinar Sakik Tekîn, Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan jî di nav de şaneya Partiya Çepên Kesk çû gundê Yeşîl ê Sûrê. Şande li vir ji aliyê keyayê gund û şêniyên gund ve bi dil germî hat pêşwazîkirin.   Di çalakiyê de Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan axivî. Ceylan  diyar kir ku w di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin û wiha got: “Em ê vê pêvajoyê bi serkeftinê tacîdar bikin. Em ê AKP-MHP’ê bavêjin ser ser sergoyê dîrokê.”   ‘NEWROZA DUYEMÎN ‘   Namzetê parlamenteriyê yê Amedê Cengîz Çandar jî di hevdîtinê de ewilî bi kurdî axivî. Çandar got ku ew jî amedî ye û wiha got: "Wê şeş roj şûnde qedera welat diyar bibe. Li vî welatî herî zêde gelê kurd zilm dîtiye û niha jî diêşe. Yên qedare vê hilbijartinê bigûherîne gelê kurd e. Ji niha pêde ya wê welat hilweşe yan jî wê bi ser bikeve. Encama vê hilbojartinê pir girîng e. Eger wisa biçe wê Tirkiye îflas bike. Ji ber ku xezîne valaye. Yê ku herî baş ji van hilbijartinan fêm dike gelê kurd e. Di hilbijartinên serokomariyê de wê dengê xwe bidin Kiliçdaroglû û wê di ya parlementeriyê de jî bidin partiya xwe. Yanî wê morha xwe li binê dara Partiya Çepên Kesk bixin. Bi tava Mezopotamya yê Newroza duyemîn bidin jiyîn.”   ‘DENGÊ XWE BIDIN SIYASETA DEMOKRATÎK’   Pişt re Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî. Ozturk jî da zanîn ku yên rêya sîyasetê dîyar bike gelê kurd e û ev tişt gotin: “Çûyîna wan nêzîk e, ev çûyîna partiyekê nîn e. Ev sed sal e li ser tunekirina kurda sîyasetê dikin. Ev ne meseleyeke şaxsî ye. Ev meseleyeke pergalê ye. Mesela me zimanê me, erdê me, çanda me ye. Kî dibe bila bibe, divê bi vî awayî nêzîkî me bibe. Yên ku siyasetê diyar bike gelê Kurd e.  Bila kes hesabê sîyaseta bêyî gelê kurd  neke. Em ê dengê xwe li hember kesên ku kurd û Kurdistanê tune hesibandine bi kar bînin. Em ê dengê xwe bidin siyaseta demokratîk.”   Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn jî got ku ew hêza xwe ji dayikên kurd digirin.   Piştî axaftinan gundiyan xwarin îkramî şandeyê kir.