Li Tekirdagê bayê guherînê: Em ne bê alternatif in, Partiya Çepên Kesk heye 2023-05-09 09:02:08   STENBOL - Namzeta Parlementeriyê ya Partiya Çepên Kesk Mûazzez Orhan Işik diyar kir ku li dijî kedxwariyê bi awayekî bihêz ber bi hilbijartinê ve diçin û got ku ew ê li Tekirdagê dîrokê binivîsinin.    Li Tirkiye û Kurdistanê dê 64 milyon û 113 hezar û 941 dengdêr ji bo bijartina serokkomarê 13’emîn û parlamenterên heyama 28’an a Meclisê di 14’ê Gulanê de biçin ser sindoqan. Ber bi hilbijartinê ve partiyên siyasî jî lez dan xebatên xwe. Li Tekirdagê hilbijêr li benda 14’ê Gulanê ne. Li Tekirdagê ku bajarê çandinî û pîşesaziyê ye, ji ber ku gelek kesan koçî wê kiriye, bûye bajarekî kozmopolîtîk. Partiya Çepên Kesk di vê hilbijartinê de li Tekirdagê xwedî îdiayeke mezin e.    Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Tekirdagê Mûazzez Orhan Işik, anî ziman ku şêniyên bajêr dê nûnerên xwe bişînin Meclisê.    Işik ku di heman demê de Parlamentera Pariya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê ye jî da zanîn ku Tekirdag ew bajar e ku gelek kesan koçî wê kiriye û got ku ew û Wanê di gelek waran de dişibin hev du. Işik têkildarî xebatên xwe de got: “Partiya Çepên Keks, partiya kesên ku dil dane HDP’ê û partiya kesên doza wkehevî, azadî û biratiyê dikin. Lê ji bo ku vîna dildarên HDP’ê xwe di sindoqan d enede der dozeke kûmpasê hat çêkirin. Bi vî awayî xwestin HDP’iyan bê alternatif bihêlin. Lê me bi Partiya Çepên Kesk nişan da ku em ne bêalternatîf in. Partiya Çepên Kesk, niha xîtabî tevahiya gelen Tirkiyeyê dike û li dijî kedxwariyê têdikoşe. Li dijî talankirina xwezayê têdikoşe.”    LI HER DERÎ HÊRSA LI DIJÎ DESTHILATÊ   Işik bal kişand ser eleqeya gelen Tekirdagê ya ji bo Partiya Çepên Kesk jî û got: “Gelên Tirkiyeyê êdî li dijî tarîtiyê ronahiyê dibinin. Gel ji ber polîtîkayên desthilatê bêzar bûne. Hûn biçin ku derê, gilî gazinc hene. Li her derî hêrseke mezin heye li hemberî desthilatê. Lewma tekane partiya ku dibe cihê hêviyê Partiya Çepên Kesk e. Ji ber vê yekê namzetên wê li her derê Tirkiyeyê bi coş tên pêşwazîkirin. Em partiyeke rengîn in, ji lew re em ne tekparêz in, pirrengî ne.”    Işik bilêv kir ku hilbijartinên 14’ê Gulanê hilbijartinên dîrokî ne û wiha got: “Di vê hilbijartinêd e dê rejîmek bê bijartin. Desthilata AKP’ê di 20 salên xwe de rejîmeke tekparêz, zayendparêz, nijadperest û faşist afirand û bi teyabetî di 5 salên dawî de bi pergala serokatiyê Komara Tirkiyeyê ji aliye zilamekî tekparêz ve tê birêvebirin. Lewma ev hilbijartin, hilbijartineke dîrokî ye. Tirkiye an wê rejîma yekzilamî bibêjêre, an jî wê komara demokratik û neteweya demokratik tercih bike.”    ARMANC DU PARLAMENTER   Işik anî ziman ku armanca wan ew e ji Tekirdagê 2 parlamenteran bişînin Meclisê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê li Tekirdagê dîrokê binivîsinin. Em Partiya Çepên Kesk, armanc dikin ku herî kêm 2 kesan bişînin Meclisê. Zemîna vê û bîr û baweriya ji bo vê pir xurt e.”