Hilbijêra 109 salî: Mohra xwe li binê darê bixin 2023-05-09 09:56:02   XARPÊT - Li Xarpêtê Zeynep Çam a 109 salî bang li her kesî kir ku dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk û got: “Ez partiya xwe nas dikim, ez ê mohra xwe li binê darê bixim. Mohra xwe li binê darê bidin û em fêkiya darê bixwin.”    Hilbijartinên 14’ê Gulanê kelecanê xistiye nava dilê her kesî. Ji biçûkan bigire heta kal û pîran li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li benda roj û encama hilbijartinê ye. Ev kelecana hilbijartinê li Xarpêtê jî heye. Kelecana herî mezin jî bi Zeynep Çam a 109 salî re ye. Zeynep Çam ji dehan hilbijartinan re şahidiyê kiriye. Nasnameya Çam di 10 saliyê de tê derxistin. Di qeyda fermî de jidayikbûna wê 1924 hatiye nivîsandin. Gundê Zeynep Çam Şaman e û bi ser navçeya Madenê ve ye. Gund di sala 1990’î de ji ber zextên dewletê bi temamî tê valakirin.    ‘EZ Ê MOHRA XWE LI BINÊ DARÊ BIDIM’   Zeynep Çam tev li hemû rojên pîrzbahî yên kurdan dibe û her tim jî tev li pîrozbahiyên Newrozê dibe. Niha ew li gundê Yedî Goze yê bi ser navenda Xarpêtê ve dijî. Zeynep Çam destnîşan kir ku ew ê di 14’ê Gulanê de raya xwe bide Partiya Çepên Kesk û wiha dibêje, “Dayik û bavê min kurd û ji ber ez jî kurd im ez ê raya xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Berê kurdan li ku be, berê min jî li wir e. Jiyana min bi têkoşîn û kedê derbas bû. Em koçer bûn û me sewalkariyê dikir. Jiyana me tev bi xebatê derbas bû. 50 neviyên min hene. Navê neviyek min jî Mazlûm Dogan e. Zarok û neviyên min ji ber zextan derketin derveyî welat. Min qet neviyên xwe nedîtine, ez ê ji bo wan biçin ser sindoqê. Ez ê ji bo wan neviyên xwe ku min wan nedîtiye, dengê xwe bidim Partiya Çepên Kesk û kurdan. Ez partiya xwe nas dikim, ez ê mohra xwe li binê darê bixim. Mohra xwe li binê darê bidin û em fêkiya darê bixwin.”    MA / Şîrvan Çîl