Mala Bûkarkî ku ji pêşengên berxwedana Geliyê Godernê ne piştgirî didin Çepên Kesk 2023-05-09 11:07:37   AMED - Şêx Fexrî Bûkarkî yek ji navê efsanewî yê berxwedana Geliyê Godernê ye. Neviyê Şêx Fexrî, Şêx Medenî Bûkarkî diyar kir ku ew ê di 14’ê Gulanê de piştgiriya Partiya Çepên Kesk bikin.    Ji beşên cuda yên civakê piştgiriya ji bo Partiya Çepên Kesk ku wê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bi rola partiya kilîdê radibe, zêde dibe. Yek malbatên mezin ên Kurdistanê ku piştgiriya xwe ji bo Partiya Çepên Kesk eşkere kir jî malbata Bûkarkî ye ku ew bi şêxêtiya xwe tên zanîn. Serok ango pêşengê vê malbatê Şêx Fexrî Bûkarkî yê siwarê Felekbazê bûye û bi berxwedan û sekna xwe bûye babeta gelek kilaman. Malbata Şêx Fexrî bi ruhê ruhê berxwedana kalikê xwe berê xwe dane nava Partiya Çepên Kesk.    Neviyê Şêx Fexrî, Şêx Medenî Bûkarkî diyar kir ku kalikê wî Şêx Fexrî hevrêyê fermandarê berxwedana Agirî û Şêx Seîd Îhsan Nûrî Paşa bûye. Şêx Medenî Bûkarkî anî ziman ku ew ji xeta mîrateya berxwedana bav û kalên xwe tên û dê di 14’ê Gulanê de piştevaniya Partiya Çepên Kesk ku ji kevneşopiya berxwedanê tê bikin.    MÎRATEYA KALIKÊ XWE DIDOMÎNE    Medenî Bûkarkî behsa berxwedana kalikê xwe Şêx Fexrî kir û ew ji gundê Qamişlo yê bi ser navçeya Bismila Amedê ve ne û ji terîqata neqşîbendiya Şêx Ûsîv tên û di sedsala bihûrî de ji malbata wan gelek kes hatine bidarvekirin û sirgûnkirin.    Bûkarkî anî ziman ku kalikê wî her tim li ser axa Kurdistanê xwestiye pirsgirêkan çareser bike û wiha got: “Ez jî wek ewladê bav û kalikên xwe dixwazim hemû pirsgirêkên me bi rêya xweşî û hizûrê werin çareserkirin. Ez dixwazim li ser mîrateya wan bimeşim. Ez ji bo çareseriyê di nava lêgerînê û hewldanan de me.”    ‘EM DENGÊ XWE BIDIN PARTIYA ÇEPÊN KESK’    Bûkarkî da zanîn ku wî berê di nava partiyên pergalê de cih girtiye û dawî li xebatên xwe yên li nav wan partiyan aniye û ew ji sala 2015’an ve her tim li gel HDP’ê xebitiye û niha jî ew ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û pirsgirêkên din di nav Partiya Çepên Kesk de dixebite. Bûkarkî destnîşan kir ku banga li endamên malbata xwe ango eşîra xwe kir ku piştgiriya Partiya Çepên Kesk bikin û wiha got: “Kî li ku dijî divê di hilbijartinê de dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Ji bo aştiya ciakî û azadiyê û çareseriyê em li cem Partiya Çepên Kesk in. Çimkî seranserî dîrokê kurd tune hatine hesibandin, qetlîam bi serê wan de hatine û hatine sirgûnkirin. Lewma divê kurd dengê xwe nedin partiyên din.”    MALA BÛKARKÎ KÎ NE?   Ji pêşengên Mala Bûkarkî Şêx Şemseddîn di sala 1925’an de li refên berxwedana Şêx Seîd cih digire. Li eniyên Farqîn, Hezro û Pasûrê fermandariya berxwedanê dike. Piştî têkbirina berxwedanê Şêx Semseddîn li Amedê tê bidarvekirin.    Şêx Fexrî heta tevgera Biçar Tenkil a sala 1927’an li ber xwe dide, paşê diçe Sûriyê. Piştre di 5’ê cotmeha sala 1927’an de diçe Lubnanê û bi Bedirxanî û Cemîlpaşa re li bajarê Bihamdûnê beşdarî civîna damezrandina Cemiyeta Xoybûnê dibe. Piştî salekê bi qanûna efûyê re vedigere gundê xwe. Şêx Fexrî carek din ji ber zextan vedigere Sûriyê.   Şêx Fexrî wek fermandarekî di berxwedana Agiriyê de cih digire. Her wiha Şêx Fexrî di berxwedana Geliyê Godernê û Newala Hesika de jî cih digire. Şêx Fexrî û 17 hevalên xwe ji ber berxwedanên kurdan di sala 1933’yan jiyana xwe ji dest didin û di gora komî de tên veşartin.    MA / Mehmet Guleş