Peywîra muşahidan: Li ser sindoqê dest pê dike li lijneya hilbijartinê bi dawî dibe 2023-05-09 11:48:56 AMED - Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Prz. Serhat Eren, ji bo deng bên parastin, diyar kir ku peywîra muşahidan li ser sindoqê dest pê dike li lijneya hilbijartinê bi dawî dibe û mafê îtîrazkirinê ya her muşahidî heye.    Ji hilbijartinên Serokkomar û giştî yên di 14’ê Gulanê de bên kirin re 5 roj man. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji ber doza girtinê ya li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) didome biryar girt ku li ser navê Partiya Çepên Kesk bikeve hilbijartinê. Ji ber Partiya Çepên Kesk dê cara ewil bikeve hilbijartinê ji bo peywîrdarên li ser sindoqan serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) kir. Lê YSK’ê ev daxwaza wî qebûl nekir. Partiya Çepên Kesk dê ewlehiya sindoqan bi muşahidên dilxwaz pêk bîne.   MAFÊ ÎTÎRAZKIRINÊ YÊ MÛŞAHIDAN HEYE   Eren, da zanîn ku di roja hilbijartinan de peywîreke mezin dikeve li ser milê muşahidên ku ewlehiya sindoqan bigirin û wiha got: “Muşahîd kesên ku ji aliyê partiyê ve hatine peywîrdarkirin in. Di dema dengdayînê de dema astengkirinek çêbû, bêyî ku Serokê Lijndeya Sindoqê bang bike hêzên ewlehiyê yên tên ser sindoqan dikare derxîne, dema deng avêtinê de bikaranîna deng a bi awayekî vekirî an jî rewşên weke van mafê muşahidan ê îtîrazkirina Serokatiya Lijneya Sindoqan heye. Tevî giliya hate kirin heke neyê çareserkirin, divê teqez giliyên xwe li lijneyên sindoqan bikin. Serokê lijneya sindoqan jî neçar e ku girteka vê îtîrazê bigire. Heke ev şerh neyê nivîsîn, müşahide me divê demildest giliyê li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê bike. Heke Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê wê giliya li lijneya sindoqan hatiye kirin dê paşguh bike. Ji ber wê yekê peywîra muşahîd a herî girîng ew e ku giliyên xwe li girteka lijneya sindoqan a amade bi girtekê binivîsin.”   Eren, da zanîn ku li dijî hemû rewşên dijhiqûqî yên çêbibin wê gelek rayedarên navend û navçeyan ku bikarin îtîraz bikin hatine peywîrdarkirin û wiha berdewam kir: “Di heman demê de ji bo dengên gel bên parastin li ser navê Partiya Çepên Kesk wê parêzerên xwedî raye jî li qadê û li ser sindoqan bin.”   GIRTEKA BI ÎMZE MECBÛRÎ YE   Eren, anî ziman ku piştî hejmartina dengan xelas bû peywîra muşahidan û peywîrdaran xelas nabe û wiha pê de çû: “Dema hejmartina dengan xelas divê hevalên me girteke bi îmze ya hejmartina lijneyê bigirin. Peywîreke wan a wisa heye. Hevalên muşahîd divê piştî deng dayînê çavdêriyê bikin ku hejmartin bi awayekî rast derbasî girteka bi îmze kirine an na. Dema girteka bi îmze hate wergirtin, di lijneyên hilbijartinê yên navçeyan de divê derbasî dîjîtalê bên kirin. Bi taybetî dema derbasî dîjîtalê hatin kirin divê hevalên me yên peywîrdar kontrol bikin ka hem dengên partiya me hem yên partiyên din rast hatine nivîsîn an na.”   ‘DIVÊ EM LI SER SINDOQÊ BIN’    Eren, bang li muşahidên ku roja hilbijartinê li ser navê Partiya Çepên Kesk peywîrê bigirin kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê bi taybetî hevalên me yên muşahîd divê gelek zû biçin ser sindoqên ku lê peywîrdar in. Peywîrdarekî her sindoqê yê beriya niha hatiye diyarkirin heye. Lê dema peywîrdarên peywîrdarên sindoqê yên hatin diyarkirin nehatin mafê muşahîdên li wir bibin peywîrdarên sindoqê heye û divê teqez vê bişopînin. Ji ber vê yekê bila hevalên me yên muşahît gelek zû biçin ser sindoqên ku lê peywîrdar in.”