Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Xarpêtê kir 2023-05-09 13:41:33   XARPÊT - Partiya Çepên Kesk sibê li Xarpêtê mitînga mezin li dar dixe. Namzetê partiyê Savaş Erdogan banga beşdariya mitîngê kir û got ew ê bi coşa Newrozê mitîngê li dar bixin.    Partiya Çepên Kesk sibê li Qada Stasyonê ya Xarpêtê saet di 16.00’an de mitînga mezin a hilbijartinê li dar dixe. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir dê beşdarî mitîngê bibin.    Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Xarpêtê Savaş Erdogan banga beşdariya mitîngê li xelkê Xarpêtê kir û got xebat û coşa wan bi hemû awayî didome. Erdogan xwest ku ji biçûkan heta kal û pîran tev li mitîngê bibin û got: “Werin em bi ruh û coşa Newrozê mitînga xwe li dar bixin. Ev mitîng gelek girîng e. Lewma em dixwazin bi girseyî derbas bibe. Divê gelê me nekeve wê şik û gumanê ku wê raya wan vala biçe Em hemû xelkê xwe vedixwînin mitînga me ya 10’ê mehê.”