Ayşe Gokkan: Îşkence li min kirin, mafê min ê tedawiyê hate astengkirin 2023-05-09 14:51:05   ENQERE - Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan a diyar kir ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê îşkence û mûameleya nebaş lê hatiye kirin û mafê wê yê tenduristiyê hatiye astengkirin, giliyê berpirsyaran kir.    9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 12 sal û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” û her wiha dîsa “endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh û ji îdiaya “propaganda rêxistinê” 3 sal cezayê girtîgehê li Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan birîbû.  9’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeya Herêma Amedê cezayê li Gokkan hatibû birîn di 19’ê nîsanê de erê kiribû. Biryar ji bo temyîzê bibin Dadgeha Bilind. Hate diyarkirin ku Gokkan a li Amedê dihate ragirtin û di serê adarê de anîne Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqereyê rastî îşkence û mûameleya nebaş hatiye û tedawiya wê hatiye astengkirin. Gokhan derbarê berpirsyaran de bi daxwaznameyekê serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da û du caran cuda cuda giliyê berpirsyaran kir.    ŞOPÊN ÎŞKENCEYÊ HATIN RAPORKIRIN   Gokkan di daxwaznameya da de diyar kir ku ew di 24'ê Nîsanê de birine Nexweşxaneya Kampusa Girtîgeha Sîncanê û di wesayita rîngê de bi saetan bi kelepçeyê hatine sekinadin bê bêhn hatine hiştin û peywîrdaran ev weke rêbazeke îşkenceyê bikaranî ye. Gokkan, da zanîn ku tevî îşkenceya sê saet û nîvan ew nehatiye tedawîkirin û wiha got: "Ev pêkanîneke hovane ye. Tevî hemû îtîraz û israra me jî pêkanîn berdewam kirin. Di zendên min de ji ber kelemçeyê ji bilî janên giran birînên kûr çêbûne. Gokkan, a bi lêv kir ku daxwaz kirine ku şopa kelemçeya destên wan bê raporkirin,  da zanîn ku piştî israreke mezin hatiye raporkirin û wiha got: "Ez dixwazim ku derbarê hemû peywîrdarên ku kelemçeya îşkenceyê pêk anîne, peywîra xwe nebaş bikaranîne û têkildarî mûameleya nebaş lêpirsîneke bi bandor bê dest pê kirin û kirariyên qanûnî bên destpêkirin, berpirsyar bên cezakirin û bergirî bên wergirtin."   JI BO TEMÎNKIRINA DERMANAN DAXWAZNAME   Gokkan, a giliya duyemîn derbarê girtîgehê û yekeya revîrê de kir anî ziman ku mafê wê yê tedawiyê hatiye asteng kirin. Gokkan, diyar kir ku di 3'yê nîsanê de ji bo nexweşiya wê ya ortopedîk, ji bo dermanên bijîşk bi reçeteyê nivîsandin temîn bike û di roja tedawiyê de were dayîn daxwazname daye lê tevî daxwaznameyê jî dermanên wê nehatine dayîn. Gokkan anî ziman ku ji ber derman nebûn bijîşkê kampusê nekariye tedawiyê bike û dema ji peywîrdarên reviyê pirsa çima derman nehatine dayîn kiriye bersiva "serlêdana we ya bi daxwaznameyê çênebûye" wergirtiye.   'ASTENGKIRINA TEDAWIYÊ SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE'    Gokkan a da zanîn ku di sibeha 5'ê nîsanê de daxwazname dabû peywirdaran lê ev yek bi israr hat înkarkirin û ev tişt gotin: "Ev tê wê wateyê ku peywira xwe bi nebaşî bi kar tînin. Astengkirina mafên tedawiyê yê girtiyan li gor peymanên neteweyî û navneteweyî sûc e. Ev binpêkirina mafê jiyanê ye. Astengkirina tedawiyê sûcê li dijî mirovahiyê ye."   Gokhan, xwest ku hem derbarê kesên îşkence li wan kirin û hem kesên mafê wan ê tedawiyê astengkirine de demildest kirariyên qanûnî bên destpêkirin