Ji Partiya Çepên Kesk li navçeyên Amedê gera hilbijartinê 2023-05-09 19:02:27   AMED –Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Amedê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Gêl, Pîran, Hênê û Karazê û gundên li ser rê bi awayekî karwanî geriya û gel silav kir.    Ji hilbijartinên 14'ê Gulanê re hindik ma. Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Amedê lez da xebatên xwe yên hilbinartinê yên li bajêr û navçeyan. Rêxistina Amedê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi karwanî li navçeya Gêl, Pîran, Henê û Karazê geriya û silav kir. Namzetên parlemeteriyê yên bajêr Sevîlay Çelenk, Samet Menguç, Mehmet Kamaç, Tevgera Jinên Azad, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk yê Amedê Abbas Şahîn, Hevseroka HDP’a Amedê Gulîstan Atasoy û rêveberên navçeyan yê DBP û HDP'ê tevlî karwanê bûn.    GÊL   Karwana ku ji nêzî 100 wesayîtî pêkhatî ji Amedê bi rê ket. Karwan ewilî çû navçeya Gêlê. Kesên di nav baxçe, zevî û li gundê ser rê bi alayên partiyê û nîşana serkeftinê karwanê silav kirin. Karwanê jî bi qorneyê piştgiriya welatiyan bersivand. Li navçeyê Namzet Samet Menguç axivî. Di axaftina xwe de bal kişand ser mitînga Amedê ku dê di 13'ê gulanê de bê lidarxistin.    Piştî axaftinan karwan bi berzkirina dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Em ê bi berxwedan bi ser kevin” derbasî navçeya Pîranê bû.    PÎRAN   Karwana partiyê li navenda navçeyê geriyan. Li vir jî bi heman piştgirîyê hat pêşwazîkirin. Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulîstan Atasoy li Pîranê axivî û diyar kir ku pusûlaya hinek kesan ji edalet, demokrasî û mirovahiyê dûr ketiye û wiha axîvî: "Yên ku xwe weke pêşengên cîhanê didîtin, niha muhtacê pîvazên hişk in. We xwest  hûn pêşerojû hêviyên vî gelî bidizin. Lê em ê ji pûsulaya xwe şaş nebin. Pûsulaya me di bin dara Partiya Çep a Kesk de ye. Em ê rêhevalên xwe yên ku bi neheqî di zindanan de hatine girtin mezintir û bi hêztir rêya xwe bidomînin. Pusûleya me, dara Partiya Çepên Kesk e. Bi mohra ku me li binê darê bixin em ê li Amedê   12 parlementer bişînin meclîs ê. Em dema dengdayîn ê hevalên xwe yên hatin windakirin û hevalên xwe yên girtî ji bîr nekin û soza me ya ji bo wan ew e ku di 15'ê Gulanê de faşîzmê têk bibin."   HÊNÊ   Navnîşaneke din a karwanê jî navçeya Hênê bû. Karwan bi heman coşê ket nava navçeyê. Namzeta parlamenteriyê ya Amedê Sevîlay Çelenk ku li ber buroya hilbijartinê axivî, diyar kir ku ji hilbijartinê re tenê 4 roj mane û ew vê hilbijartinê wekî hilbijartina çarenûsa Tirkiyeyê bi nav dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe :“Ev hilbijartin hilbijartinek e ku dê pêşeroja me diyar bike. Wezareta Karên Hundir daxuyaniyek dide û dibêje, hilbijartina 14’ê Gulanê darbeyeke siyasî ye. Em bi hikûmeteke wiha re rû bi rû ne ku ravekirina xwe winda kiriye. Êdî nizanin çi dibêjin û çi bikin. Em vê yekê li her derê dibînin. Hemû xebatên hilbijartinê yên muxalefetê asteng dikin û hewl didin provokasyonê bikin. Lê belê hemû mûxalefet bi taybetî jî gelê Kurd gav paş de navêjin. Gelê Kurd li vî welatî gelek êş kişandiye. Herî zêde dayikan êş ê dît. Her ku zextên li ser kurdan zêde dibin, berxwedana kurdan jî zêde dibe. Ev sed sal in hewl didin ku destkeftiyên jinan ji wan bistînin, tundiyê li jinan kirinû kesên tundiyê ji kirin bêceza hiştin.Ciwan bêkar in, ciwanên dixwînin nayên tayînkirin. Krîza aborî ya kûr heye û herî zêde li herêma me tê hîskirin."   Çelenkê bal kişand ser girîngiya hilbijartina 14'ê Gulanê û axaftina xwe bi berzkirina dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî"yê bi dawî kir.    KARAZ   Namzedê parlamenteriyê yê bajêr Mehmet Kamaç jî li ber buroya hilbijartinê ya navçeya Karazê axivî. Kamaç diyar kir ku çavên cîhanê li hilbijartinên Amedê ye û wiha got: “Ji ber vê yekê em ê du gavên mezin bavêjin; Bi tevlîbûna mîtînga ku em ê di 13’ gulanê de li Amedê pêk bînin, em ê nîşanî cîhanê bidin ku îradeya Amedê wê çawa li qadan derkeve holê. Ya duyemîn jî em ê li Amedê 12-0 bikin. 12-0 girîng e ku peyama Amed heye, rastî ew ê ku hûn li Amedê tunene, bidin kesên ku Kurda û navê Amed înkar kirine. Ji bo şandina vî dîktatorî û faşîstîem ê di nav namzetên Serokkomariyê  dr bidin Kiliçdaroglû.”