4 roj man: AKP-MHP'a ku li qadê têk çûye, divê ji sindoqan derneyê 2023-05-10 09:04:16   STENBOL - Hevserokê HDP'a Stenbolê Ferhat Encu bang li 11 milyon dengdêrên Stenbolê kir ku biçin ser sindoqan û wiha got: "Desthilat li qadê têk çûye. Ji bo di sindoqan de jî têk biçe, divê her kes piştî dengdanê xwedî li sindoqa xwe derkeve."    4 roj ji hilbijartinên 14'ê Gulanê yên serokkomariyê û parlementeriyê re man. Ber bi hilbijartinê ve partiyên siyasî jî ji berê bêtir lez dan xebatên xwe. Her wiha partiyên ku dixwazin rê li ber nelirêtiyan bigirin, ji bo ewlehiya sindoqan jî bênavber dixebitin. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Ferhat Encu ku dê partiya wan di bin banê Partiya Çepên Kesk de têkeve hilbijartinê, ji bo parastina sindoqan bang li 11 milyon û 350 hezar û 969 hilbijêrên Stenbolê kir.   Ferhat Encu   ‘DÊ BIBE HILBIJARTINA RIZGARIYÊ'   Encu diyar kir ku 14'ê Gulanê dê li dij otorîterîbûna Tirkiyeyê, bibe hilbijartina ji bo jiyana demokratîk û got ku di heman demê de hilbijartina li dijî desthilatiya 21 salî ya AKP'ê ye. Encu, wiha got: "Ev hilbijartin, dê ji bo gelan rêya rizgarkirinê veke. Helbet nêrîneke me ya wiha tune ye ku 'Desthilata AKP'ê biçe dê gel azad bibin, lê dê rê li ber vê vebe. Ji lew re astengiya herî mezin a li ber demokratîkbûna welêt, desthilata AKP-MHP'ê ye."    TIRSA TÊKÇÛNÊ   Encu anî ziman ku êrişên desthilata AKP-MHP'Ê yên li hemberî Partiya Çepên Kesk û hemû partiyên siyasî yên din zêde bûne û got ku sedema vê jî ew e ku detshilat ditirse wê têk biçe. Encu wiha domand: "Ji ber ku dizanin dê di hilbijartinê de têk biçin, xwe li êrişan digirin. Bi van êrişan jî dixwazin berberîbûnê çêbikin. Detshilatê heya niha gelek sûc û guneh kirine. Ev êriş jî nîşan didin ku ji bo desthilata wan ji dest wan neçe dê êrişên hîn mezintir bikin. Lê çi bikin jş, dê ji têkçûnê xelas nebin. Em li qadê dibînin ku detshilat têk çûye. Lê fikarek me heye ku planeke wê ya ku di sindoqan de xwe bi ser bixe. Lewma divê gel xwedî li sindoqan derkevin û pêşî li ber vê desthilatê bigirin."    Encu destnîşan kir ku ji bo ewlehiya sindoqan divê gel seferber bibe.    BANGAWAZÎ   Encu di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ji perwerdekirina muşahidan heya perwerdekirina berprisên dibistanan bênavber dixebitin û got: "Bi taybetî dengdêrên Partiya Çepên Kesk divê roja hilbijartinê xwedî li dengên xwe derkevin. Divê her kes bi fedekarî bixebite. Ev ji bo me hilbijartina çarenûsê ye. Ji bo azadiya girtiyên siyasî, ji bo siberojeke demokratîk, ji bo temsîliyeteke wekhev û ji bo parlementoyeke xurt divê her kes biçe ser sindoqan û xwedî li sindoqên xwe derkeve."    MA / Ergîn Çaglar