Eksîk: Dengek dikare pêşî li ber desthilatê bigire 2023-05-10 09:05:38   MANÎSA - Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Manîsayê Habîp Eksîk, diyar kir ku dengek dikare pêşî li desthilatê bigire û got: "Faşîzm zirarê dide hemû gelan û mirovan. Ger em bi hev re bitêkoşin, em dikarin biguherînin."    Ber bi hilbijartinê ve, Partiya Çepên Kesk li Manîsayê lez da xebatên xwe. Di hilbijartinên 2018'an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Manîsayê 62 hezar deng girtibûn, lê ji ber qanûna tifaqê niakribû parlamenterekî bişîne meclisê. Lê Partiya Çepên Kesk ji bo hilbijartina 14'ê Gulanê li Manîsayê xwedî îdia ye. Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Manîsayê Habîp Eksîk, rewşa dawî ya bajêr, girîngiya bajêr û parastina sindoqan nirxand. Eksîk destnîşan kir ku Manîsa baxçeyê gelan û baweriyan û di heman demê de bajarê kedkar, karker û gundiyan e û got ku di dema xebatan de gel bi kirinên desthilatê yên 21 salî hesiyane û dê di hilbiajrtinê encameke berbiçav a vê yekê bibînin.    Eksîk destnîşan kir ku Manîsa ji ber qirkirina xwezayê bi hewayeke qirêj re rû bi rû ye û wiha got: "Manîsa ew bajar e ku Partiya Çepên Kesk xîtabî wê dike. Partiya Çepên Kesk, partiya karker, gundî, cotkar, ciwan, jinan, gelan û baweriyan e. Kesên ku îdia dikin ku heya niha Manîsayê temsîl dikin, bi tu pirsgirêkên bajêr re eleqedar nebûne û ji bo bajêr tiştek nekirine. Li bajêr xzimeta şaredariyê tune ye. Feraseteke ku qismeke bajêr veder dike heye û ji ber vê xizmetê nake. Lê divê li Manîsayê yekitî, jiyana hevpar û biratî çêbibe. Lewma divê Partiya Çepên Kesk ji yekî zêdetir parlamenteran bişîne meclisê."    BANGA JI BO PARASTINA SINDOQAN   Eksîk bilêv kir ku di vî warî de barekî mezin dikeve ser milê partiyan, rêxistinên civaka sivîl û welatiyan û got ku ji bo tecelîkirina vîna gel divê sindoq bên parastin. Eksîk wiha domand: "Ez bang li gel dikim; ev vîn a we ye. Ji bo tecelîkirina vînê, divê heya deng bên hejmartin her kes li dibistanan be. Em ji bo muşahidbûyînê bang li gelê xwe dikin. Bi taybetî jî li navçeya Yûnûsemere û Şehzadeler û gundên wan û li navçeyên Ahmetlî, Sarigol, Soma, Selendî, Akhîsar, Kirkagaç, Gordes û Demîrciyê divê gelê me ji bo sindoqan wezîfeyê bigire."    'EM DIKARIN BI HEV RE BIGUHERÎNIN'   Eksîk anî ziman ku divê gelê Manîsayê ji desthilata AKP-MHP'ê re ku aboriyê berbat kiriye û nikare Tirkiyeyê bi rê ve bibe, bibêje 'bisekine' û wiha pê de çû: "Li Manîsayê ku bajarê çandiniyê ye, mirov bi xizanî, betalî û qirêjiya hewayê re rû bi rû ne. Lewma divê Mansîa bi berpirsiyarî tevbigere û piştgiriya partiya me bike. Em ê ji Manîsayê parlementeran bişînin meclisê. Tevahiya gelên Tirkiyeyê ji bo Partiya Çepên Kesk Manîsayê temsîl bike divê xwe bide ber vî barî. Ji lew re me heya niha çi ji destê me hatibe me ji bo pirsgirêkên gel kiriye û em ê ji niha û pê ve jî bikin. Faşîzm zirarê dide hemû gelan û mirovan. Ger em bi hev re bitêkoşin, em dikarin biguherînin."    Her wiha Eksîk bang li dengdêrên livdar jî kir ku pêwendiyê bi buroyên pêwendîdanînê yên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk re deynin û xwest ku dengdêrên livdar dengê xwe bi kar bînin, ji lew re dengek gelek tişt e û dikare rê li ber vê detshilatê bigire.    MA / Tolga Guney