Li Îdirê bayê Partiya Çepên Kesk: 2-0 2023-05-10 09:31:27   ÎDIR - Li Îdirê armanca sereke ya Partiya Çepên Kesk, li dijî politikayên zext û xizaniyê yên desthilata heyî, 2 parlamenteran bişîne meclisê.    Îdir, yek ji wan bajaran e ku gelek nîqaş li ser tên kirin. Lê ji sala 2007'an ve li vir partiyên li ser esasên tevgera siyasî ya kurd her tim bûne partiya yekemîn. Her çend di hilbijartinên herêmî yên herî dawî de AKP, MHP, CHP û partiyên din bûn yek jî, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di dîroka xwe de li Îdirê bi rêjeya herî zêde şaredariyê bi dest xist. Di hilbijartinên 2018’an de jî ku ji 119 hezar û 735 hilbijêran 26 hezar û 438 hilbijêr neçûn ser sindoqan û 2 hezar 182 deng jî hatin betalkirin, HDP'ê bi 41 hezar û 545 dengan parlamenterek û MHP’ê jî ku ji aliyê gelek partiyan ve hat destekkirin, bi 22 hezar û 448 dengan parlamenterek şand meclisê. Lê di hilbijartinên 14'ê Gulana 2023'yan de tekane armanca Partiya Çepên Kesk ew e ku ji sedî 90'ê dengên Îdirê wergire û 2 parlamenteran bişîne meclisê.   Di anketên vê dawiyê de ku ji aliyê gelek şîrketên lêkolînê ve hatine çêkirin, Îdir di nava wan bajaran de ye ku hema bibêje AKP lê nemaye. Ev encam hema bibêje di her anketê de berbiçav e ku AKP êdî li bajêr bûye partiya tabelayê. Di mîtînga Partiya Çepên Kesk de jî ev yek bi awayekî zelal hat dîtin. Partiya Çepên Kesk, li bajêr hemû hêza xwe ji bo 2 parlamenteran bişîne meclisê, seferber kiriye.   POLÎTÎKAYÊN AKP’Ê Û FEQÎRIYA LI BAJÊR   Li bajêr çandinî, sewalkarî, înşeat û şivantî yekane rêyên debarê ne û tê gotin ku di çend salên dawî de nêzî 4000 ciwan ji ber politikayên çewisîner ên desthilata AKP-MHP'ê, pirsgirêkên aborî û nediyariya siberojêberê xwe dane derveyî welêt. Li bajarê ku di bin xetereya windakirina beşeke mezin a nifûsa xwe ya ciwan de ye, pêwistî bi polîtîkayên li ser ciwanan heye. Afirandina derfetên kar ji bo ciwanan û guhertina polîtîkayan dikare vê koçberî/sirgûnê berovajî bike. Xizaniya li bajêr ku sînorê wê bi sê welatan ve ye û xwedî potansiyeleke aboriyê ya mezin e, gelek balkêş e.    Ji namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Îdirê Yilmaz Hûn, polîtîkayên xizaniyê yên AKP'ê, mayîna ciwanan a li bajarên xwe û stratejiya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk nirxand.   ‘AKP LI ÎDIRÊ TÊK ÇÛYE’    Hûn diyar kir ku polîtîkayên AKP'ê li Tirkiyeyê û bi taybetî jî li Îdirê têk çûne û wiha pê de çû: "Ev polîtîkayên bi taybetî jin û ciwanan hedef digirin, mixabin li bajarê me jî wêranî pêk anîn. Li vir çandinî û sewalkarî hema bêje bi dawî bûye. Zextên wan û nedîtina kar ciwan ber bi lêgerîneke nû ve birin. Ciwanên ku li vî bajarî zanîngeh qedandine jî, ji dewletê sûd wernagirin. Divê tu AKP'yî bî, yan na tu nikarî bê tayînkirin. Polîtîkayên AKP'ê yên li vir jî, weke berê bi ser nakevin. Ez bawer dikim ku ciwan wê li vî bajarî şeqamekê li AKP'ê bixin."   ‘CIVAKA ÎDIRÊ JI POLÎTÎKAYÊN AKP’Ê DÛR IN’   Hûn, diyar kir ku hişmendiya civaka Îdirê ji polîtîkayên AKP'ê dûr e û got ku li vî bajarî Partiya Çepên Kesk û partiyên beriya wê yên li ser heman kevneşopiyê, tên qebûlkirin. Hûn wiha dirêjî da axaftina xwe: “Felsefeya me bi gelên vê derê ve girêdayî ye. Îdir bajarekî hestiyar e û rêjeya wê ya xwendin û nivîsandinê zêde ye. Ji ber vê sedemê jî polîtîkayên partiyan çûyîna dengan diyar dike. AKP'ê gel anî asta xelasbûnê. Di destpêka pêvajoya hilbijartinê de me fêm kir ku hêrseke kûr heye li dijî wan. Gel êdî dizane ku 14’ê gulanê hilbijartina dawî û dîrokî ye. Ez wisa difikirim ku ev kelecana ku di vê hilbijartinê de derketiye holê, wê Çepên Kesk bibe asteke din.”   ‘KELECANA GEL 2-0 NÎŞANÊ ME DIDE’   Hûn, anî ziman ku ji bo li bajêr 2-0 bi ser bikevin, wan hemû hêza xwe seferber kiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kelecana gel, heyecana 2-0 nîşanî me dide. Di hilbijartinên din de hemû kes li dijî me bûn yek, lê dîsa jî em bi ser ketin. Enerjiya bi me re, bi tu kesên din re nîn e. Polîtîkayên dubarekirî li vir nameşin. Belavkirina komir, miqarne û pereyan yên AKP û tifaqên wê, li vir dibe sedema dilxelandinê. Coşa gelê me û anket 2-0 nîşanî me didin. Rêjeya beşdarbûnê ji bo ku em bigihîjin armanca xwe pir girîng e. Niha dengên me nêzî ji sedî 53 ye. Ger em karibin karker û kesên ku diçin zozanan bînin ser sindoqan, teqez em ê bigihîjin armanca xwe."   MA / Bazîd Evren