Çepên Kesk dê ji herêma Egeyê 4 hezar û 470 hilbijêran bibe Kurdistanê 2023-05-10 10:18:18   ÎZMÎR - Partiya Çepên Kesk ji bo hilbijêrên ji bajarên xwe yên li bakurê Kurdistanê dûr in û li herêma Egeyê dimînin dê 4 hezar û 470 hilbijêran bibe bajarên cuda.    Partiya Çepên Kesk ji bo hilbijêrên livdar ango hilbijêrên ji bajarên xwe dûr bibe ser sindoqan xebatên xwe didomîne. Partiya Çepên Kesk gelek serlêdanan wergirt û ji bo şandina hilbijêran otobusan amade kiriye. Ev xebat li herêma Egeyê jî hatine bilezkirin. Heta niha ji bajarên Îzmîr, Aydin, Manîsa, Denîzlî, Balikesîr û Mûglayê 4 hezar û 470 hilbijêran serlêdan kiriye û serlêdan dê 12’ê mehê bi dawî bibe. Heta niha 55 otobus hatine amadekirin û dê di 12-13’ê mehê de hilbijêran bibe bajarên wan da ku dengên xwe bikar bînin.    Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Îzmîrê Huseyîn Çaglar û endamê Komîsyona Hilbijêrên Livdar a Mûglayê ya Partiya Çepên Kesk Hulya Bayar têkildarî hilbijêrên ku dê bibin bajarên bakurê Kurdistanê û bajarên din agahî dan.    JI ÎZMÎRÊ 2 HEZAR SERLÊDAN    Huseyîn Çaglar da zanîn ku ev hilbijartin gelek girîng e, lewma ew jî girîngiyê didine û heta niha ji Îzmîrê 2 hezar hilbijêran serî li partiya wan daye û di nav serlêderan de mexdûrên erdhejê jî hene. Çaglar got ew ê hilbijêran bêtir bibin bajarên wek Amed, Wan, Colemêrg, Sêrt, Agirî û Îdirê û ev kesên serî li wan daye bi piranî karker in. Çaglar xwest her kes dengê xwe bikar bîne da ku ew dawiya vê îktidara ceberût bînin.    JI MÛGLAYÊ HEZAR Û 500 KESAN SERLÊDAN KIRIYE    Hulya Bayar jî da zanîn ku hezar û 500 kesî li Mûglayê serî li komîsyona wan daye û heta ji destê wan tê dê hilbijêrêna bişînin bakurê Kurdistanê û bilêt ji aliyê partiya wan ve tên stendin.    14 OTOBUSAN DIŞÎNIN WANÊ    Bayar diyar kir ku bêtir karkeran serî li partiya wan daye û bi taybetî ev karker ji Amed, Wan, Agirî û Mêrdînê ne û tenê wê 14 otobusan bişînin Wanê û her wiha dê 10 otobusên din jî bişînin bajarên cuda.    MA / Ezgî Aydin - Delal Akyuz