Namzetê AKP’ê yê ‘edalet’ ji bîr kirî 2023-05-10 10:19:42   DÎLOK - Namzetê AKP’ê yê Dîlokê Abdulhamît Gul dema wezîrtiya dadê dikir, 228 girtiyên tehliyeya wan hatin astengkirin li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan û binpêkirina maf û azadiyan zêde bûn.    Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan bi polîtîkayên xwe ve welêt ber bi krîzên piralî ve bir û niha jî ji bo dengên winda kirî dîsa wergire, wezîrên di kabîneyê de cih digirtin weke di lîsteyan de di rêza ewil de weke namzet nîşan da. Di rêza ewil a lîsteya namzetên parlamenteriyê ya AKP’ê ya Dîlokê de wezîrê dadê yê berê Abdulhamît Gul heye. Gul, di navbera 19’ê tîrmeha 2017’an û 29’ê çileya 2022’yan de wezîrê dadê bû. Di dema wezîrtiya Gul de di serî de li girtîgehan, binpêkirinên mafan li seranserî Tirkiyeyê gelek zêde bûn. Di vê serdemê de ji ber polîtîkaya necezakirinê, her wiha tundiya li dijî jinan û cînayetên jinan jî zêde bûn. Di mijara azadiya xweîfadekirinê de jî welêt bêhtir paşke. Tê payîn ku Gul weke parlamenter were hilbijartin.    228 KESAN LI GIRTÎGEHAN JIYANA XWE JI DEST DAN   Gul, dema wezîrtî dikir digot; “Heke em bikarin edaletê bidin jiyîn wê demê dê mirovan bidin jiyîn, heke em bikarin mirovan bidin jiyîn jî dê dewletê bidin jiyîn.” Lê di dema Gul de 228 girtiyan bi sedemên cuda li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. 3 hezar û 990 kes jî rastî îşkence û muameleya xerab hatin. Her wiha di nava van salan de mafê tenduristiyê yê herî kêm 935 kesan, mafê ragihandinê yê 868 kesan û herî kêm li hezar û 157 kesan cezayê disiplînê hate birîn. Li gel vê, li girtîgehan lêgerîna tazî, cezayên keyfî yên disiplînê, îşkence, cezayên hucreyê û sirgûn jî pir zêde bûn. Di heman demê de înfazên girtiyên ku cezayên xwe xelas kirin jî bi hincetên keyfî hatin şewitandin. Girtiyên nexweşiya wan giran ku rapora wan a “Nikare di girtîgehê de bimîne” jî nehatin tehliyekirin û terkî mirinê hatin kirin.    NOBETÊN EDALETÊ YÊN LI DIJÎ BÊEDALETIYÊ   Li dijî binpêkirinên li girtîgehan, malbatan li Amed, Stenbol, Wan û Îzmîrê dest bi Nobetên Edaletê kirin. Malbat her carê rastî tundî û astengkirinên polîsan hatin. Li gel vê; di 14’ê hezîrana 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Baran êrişî malbata Şenyaşar kirin. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê yê ji êrişê bi birîndarî xelas bûyî Ferît Şenyaşar bi daxwaza edaletê, di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Tevî ku çalakî di roja 779’an de berdewam dike jî daxwaza “Edaletê” ya malbatê hêj nehatiye pêkanîn.    Îktîdara AKP-MHP’ê di nava sala 2020’an de bi hinceta pandemiyê efû derxist. Kesên ji sûcê tacîz, tecawiz û îstîsmarê hatin girtin ji vê efûyê sûd girtin. Lê girtiyên nexweş neketin ber vê efûyê. Her wiha bersûcên gelek komkujiyên li Tirkiyeyê jî di dema Gul de bi necezakirinê hatin xelatkirin. Di dozên Kemal Kurkut ku di Newroza 2017’an de ji hêla polîsan ve hate qetilkirin, Komkujiya Enqereyê, Pasûr, Lice, Qoser, Gorumlu û Enes Ata û Mahsum Mizrak de bersûc bi hincetên cuda hatin beraetkirin an jî nehatin darizandin. Her wiha faîlên komkujiyên jinan jî nehatin cezakirin û rê li ber komkujiyên nû hatin vekirin. Dema ev bûyer diqewimiyan, gotina “Tirkiye dewleteke hiqûqê ye û li vir qanûn, pîvan û usûl di meriyetê de ne” ya Gul bêwate ma.    AZADIYA XWEÎFADEKIRINÊ: 9 HEZAR BINÇAVKIRIN, HEZAR Û 365 GIRTIN   Di serdema wezîrtiya namzetê AKP’ê yê Dîlokê Gul de, di mijara azadiya xweîfadekirinê de jî binpêkirin roj bi roj zêde bûn. Li gorî daxuyaniya Daîreya Têkoşîna li Dijî Sûcên Sîberê ya Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya di 19’ê kanûna 2018’an; di sala 2018’an de 7 hezar û 109 kes ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya dijîtal hatin binçavkirin. Ji van kesan 2 hezar û 754 jê hatin girtin, 2 hezar û 828 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD); di sala 2018’an de 9 hezar û 654 kes ji ber xweîfadekirinê hatin binçavkirin. Di navbera salên 2019-2020’an de jî 12 hezar û 882 kes hatin binçavkirin û ji van 365 kes hatin girtin.   Pêşnûmepirsên têkildarî van girtin û binçavkirinan ên bi daxwaza ku Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bibersivîne pêşkeşî meclisê hatin kirin jî bêbersiv man.    MA / Rûkiye Adiguzel