Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 779’emîn de berdewam dike 2023-05-10 15:22:09   RIHA - Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 779’emîn de berdewam dike.   Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 779’an de berdewam kir.    Emîne û Ferît Şenyaşar di sanê sibehê de ji Pirsûsê hatin ber deriyê Edliyeya Rihayê. Malbatê, pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” daliqandin û dest bi nobetê kirin.   Li ser hesaba malbatê ya dîjîtal medyayê bal kişandin ser daxwaza keça Fadil Şenyaşar ê girtî Rojda ya 5 salî û ev peyam hate parvekirin: “Ji herkesê re rojbaş. Daxwazeke Rojdayê ji mezinên xwe heye…EDALET, 14’ê Gulanê wê KHK biçin edalet were.”