YSK’ê daxwaza Wezareta Karên Hundir red kir 2023-05-10 16:47:18   ENQERE - Wezareta Karên Hundir xwestibû ku polîs û leşker encamên hilbijartinê kom bikin û daxwaza pergala GAMER’ê kiribû. Lê ev daxwaz ji hêla YSK’ê ve hate redkirin.    Wezareta Karên Hundir daxwaz kiribû ku polîs û leşkerên li ser sindoqan peywirdar, encamên hilbijartinê weke dosyayan ji Serokatiya Navenda Koordînasyona Ewlekarî û Rewşên Awarte (GAMER) re bişîne. Lê ev daxwaza wezaretê ji hêla Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ve hate redkirin.