Ji Manapa ku 30 sal in girtiye û berdana wê tê astengkirin valîzê wê yê di depoya girtîgehê de pirsîn 2023-05-10 19:43:45     KOCAELÎ – Şadiye Manap ku piştî 30 salan der barê wê de biryara berdanê hatibû dayîn, bêyî ku bê berdan li girtîgehê hatibû binçavkirin û cardin hatibû girtin. Di danişîna dozê de valîzê wê yê ku 10 sal in di depoya girtîgehê de ye hat pirsîn.    Di 1'ê Kanûna 2022'yan de der barê Şadiye Manapê de ku di Girtîgeha Gebzeyê ya Jinan de ye biryar berdanê hatibû dayîn. Lê roja berdanê Manap bi îdiaya der barê wê de lêpirsîneke din heye hatibû binçavkirin û di 5'ê Kanûna 2022'yan de hatibû girtin. Danişîna ewil a doza der barê Manapê de ku 30 sal in girtiye, bi îdiaya "avakirin û rêvebirina rêxistinê" li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Kocaeliyê hat lidarxistin. Parêzerên Manapê beşdarî danişînê bûn. Parêzeran xwest muwekîla wan demildest bê berdan, lê heyeta dadgehê bi biryara navberê daxwaza parêzeran red kir.    Manap, li dadgehê parastina xw ebi kurdî kir. Manapê di parastina xwe de bibîr xist ku li girtîgehê 15 rojan carekê lêgerîn tê kirin û di du salên dawî de ji xeynî lêgerînên rûtîn herî kêm 10 lêgerîn hatine kirin û ewraq û nivîsên ku tê gotin di lêgerînê de hatine bidestxistin tu sûcî di xwe de nahewînin û got ku ger sûc bûna îdareya girtîgehê cardin ew nedidan wê.    Di danişînê de valîzê ku Manapê ku 10 sal in di depoya girtîgehê de ye jê hatiye pirsîn. Manapê diyar kir ku roja biryara berdanê bêyî ku li hundirê valîz binerê rahiştiyê û got: "Min lê mêz enekir bê çi di hundirê valîz de heye. Gava min rahişt valîz polîsan derdora min girt û ez binçav kirin. Bûyer bi vî awayî çêbû. 10 sal in min ev valîz nedîtiye."    Manapê da zanîn ku gava polîsan ew biriye midûriyeta polîsan li cem wê li hundirê valîz mêze nekirine û got:"Paşê dozger ji parêzerên min re gotiye di hundirê valîz de materyalên qedexe hebûne. Nivîsên ku min bi xwe nivîsandine jî di îdianemeyê de wekî materyalên rêxistinê hatine nirxandin."    Her wiha di îdianameyê de hevdîtina bi nasan re jî sûc hatiye hesibandin. Ji xeynî vê grevên birçîbûnê yên ku Manap tevlî wan bûye jî sûc hatine hesibandin.     Manapê piştî parastinê doza berdan û beraetê kir. Heyeta dadgehê ji bo amadekirina mutalaayê danişînê taloqî 1'ê Hezîranê kir.