Velî Encu hat berdan 2023-05-10 20:49:30   ŞIRNEX- Serokê Roboskî-Der Velî Encu hat berdan.   Serokê Komeleya Roboskî-Derê (bi KHK hat girtin) Velî Encu ku birayê wî Serhat Encu û 33 xizmên wî di Komkujiya Roboskiyê de bi balafirên şer hatibûn qetilkirin, 4 sal bere bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Encu, îro hat berdan û ji Girtîgeha Bafra ya Tîpa T’yê derket.