ROJEVA 11'Ê GULANA 2023'YAN 2023-05-11 09:00:02       * Jinên ku li qadan ji bo Partiya Çepên Kesk weke dilxwaz dixebitin bi lêv kirin ku tenê Partiya Çepên Kesk mafê jinan diparêzê û wiha bang li jinan kirin: “Ji bo wekhevî û azadiya jinê pêk were dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.”   * Welatiyê bi navê Cengîz Kaya ku ji bo hilbijartinên di 14’ê Gulanê de deng bide Partiya Çepên Kesk ji Almanyayê hat Semsûrê bi lêv kir ku ew ji bo gelê xwe hatiye û bang li hilbijeran kir ku di hilbijartinan de dengên xwe bikar bînin.    * Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî ku hat Stenbolê, dê di navbera 11-12'ê Gulanê de têkildarî tecrîdê û geşedanên li welêt serdana gelek saziyan bike.    * Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk ya Manîsayê Gulsum Çolak ku kurê wê di Komkujiya Somayê de jiyana xwe ji dest daye, bilêv kir ku dê di 13'ê Gulanê salvegera komkujiyê de 301 kesên jiyana xwe ji dest dan bibîr bînin û di 14'ê Gulanê de jî li ser sindoqan hesab bipirsin.    * Endamê Komîsyona Karên Hilbijartinê ya Navendî ya Partiya Çepên Kesk Mûstafa Yildiz diyar kir ku amadekariyên xwe yên ji bo ewlehiya sindoqan û hilbijartinê temam kirine û bang kir ku her kes biçe dengê xwe bi kar bîne.    * Jinên mexdûrên erdhejê kirinên desthilatê yên piştî erdhejê bibîr xistin û bang kirin ku her kes dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk. Mexdûrên erdhejê gotin: "Em mirin, bila Tayyîp biçe."    * Emîne Şenyaşar a ku ji bo danişîna ewil a doza sibê ji nû ve bê dîtin a sê ferdên malbata wê hatin qetilkirin banga tevlibûnê kir û wiha got: “Piştevanî çiqas mezin be wê edalet ewqas bilez were.”   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 780'emîn de berdewam bike.    * Partiya Çepên Kesk dê li gelek bajaran xebatên xwe yên hilbijartinê berdewam bike. (10.00-21.00)    * Partiya Çepên Kesk bi tevlibûna siyasetmedar Ahmet Turk li Agiriyê mitîng, bi beşdariya Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk Mêrsînê û Edeneyê dê mitîng bên lidarxistin. (11.00, 14.00, 17.00)      * Danişîna doza Mehmet Ûytûn ê ji aliyê leşkeran ve di hembêza dayika xwe de hat kuştin dê li Dadgeha Cizîrê bê lidarxistin. (14.00-16.00)