‘Ji bo wekhevî û azadiya jinê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk’ 2023-05-11 09:03:20   SEMSÛR - Jinên ku li qadan ji bo Partiya Çepên Kesk weke dilxwaz dixebitin bi lêv kirin ku tenê Partiya Çepên Kesk mafê jinan diparêzê û wiha bang li jinan kirin: “Ji bo wekhevî û azadiya jinê pêk were dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.”   Xebatên Partiya Çepên Kesk ên hilbijartinê bênavber berdewam dikin. Li Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran dilxwaz ji bo Partiya Çepên Kesk dixebitin. Li Semsûra ku ji erdhejên navenda wan Mereş bi bandor bû, gelek dilxwaz tevî birînên erdhejê jî li navçe, gund û taxên Semsûrê xebatên hilbijartinê didomînin. Partiya Çepên Kesk herî zêde wê bi namzetên jin bikeve hilbijartinan. Di nav dilxwazên ku li Semsûrê ji bo Partiya Çepên Kesk dixebitin de jî herî zêde jin cih digrin.    Em bi jinên bi awayekî dilxwaz di nav xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk de cih digirin re axivîn. Jinan bi lêv kirin ku ew ji bo Partiya Çepên Kesk mafê jinan diparêze piştgiriyê didinê û bang li jinan kirin ku dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk.   ‘DÊ BI PARTIYA ÇEPÊN KESK PÊŞÎ LI ZEXTAN BÊ GIRTIN’    Zîlan Bayhan a ku beşdarî xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk dibe, diyar kir ku li gundê ku di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çûnê bi eleqeyeke zêde hatine pêşwazîkirin û anî ziman ku dê li Semsûrê guhertineke mezin çêbibe. Bayhan, bal kişand ku divê gelê Semsûrê xwe di nava Partiya Çepên Kesk de bibîne û wiha got: “Divê mirov hin tiştan bibînin û ji vê zilme re bibêjin edî bes e. Di nav civakê de yên ku herî zêde tên çewisandin jin in, partiya ku her tim piştgiriya jinan dike jî Partiya Çepên Kesk e. Ji ber vê yekê jî bi taybetî banga min li jinan ew e ku piştgiriya Partiya Çepên Kesk bikin. Partiya Çepên Kesk wê ji bo jinan jiyaneke azad ava bike û wê bi Partiya Çepên Kesk pêşî li zextan bê girtin.”   ‘PARTIYA ÇEPÊN KESK HÊVÎ YE’   Bermal Karadag a ku em pê re di dema xebatên hilbijartinê de axivîn, destnîşan kir ku Partiya Çepên Kesk hêviya siberojê ye û ev tişt anîn ziman: “Ronahiya pêşerojê jî di Partiya Çepên Kesk re derbas dibe, ji ber ku gelek pirsgirêk hene û ji van pirsgirêkan yek jî azadiya ramanan e. Partiya Çepên Kesk ji bo çareserkirina van pirsgirêkan hêviyê dide. Em dema bi gel re diaxivin jî vê yekê dibînin, gel hêviya xwe bi Partiya Çepên Kesk ve girêdaye û edî guherînê dixwazin. Banga min a ji jinan re jî ew e ku ji bo jin bi awayekî azad li ser pêyan bisekinin divê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk, ez jî ji ber vê yekê piştgiriya Partiya Çepên kesk dikim û tevli xebatan dibim.”   ‘DI NAV CIVAKÊ DE GUHERÎNEKE MEZIN HEYE’   Sevgî Sag ku bi mehan e li qadan ji bo Partiya Çepên Kesk dixebite jî anî ziman ku ew ji bo Partiya Çepên Kesk wekhevî û azadiya jinê diparêze tevli xebatan bûye û wiha bi lêv kir: “Li gundan û navçeyan welatiyên ku em bi wan re diaxivin baweriya xwe bi me tînin û dibêjin em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. An ku guherîneke mezin di nav civakê de heye. Banga min jî ji gel re ew e ku heke, azadî, wekhevî, edalet û demokrasiyê dixwazin bila dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk.”   'WÊ DENGA XWE YA EWIL BIDE PARTIYA ÇEPÊN KESK'   Nûpelda Bayhan ku cara ewile dê deng bide diyar kir ku ew ê denga xwe ya ewil bide Partiya Çepên Kesk û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber ku jin, tenê dikarin xwe di Partiya Çepên Kesk de bînin ziman ez dengê xwe didim. Tenê di Partiya Çepên Kesk de nîjadperestî û zayendperestî tune ye. Ji ber wê jî bila hemû jin ji bo azadî û berxwedana jinan dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.”   MA / Mahmût Altintaş