Ji bo dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk ji Almanyayê hat Semsûrê 2023-05-11 09:04:11   SEMSÛR - Welatiyê bi navê Cengîz Kaya ku ji bo hilbijartinên di 14’ê Gulanê de deng bide Partiya Çepên Kesk ji Almanyayê hat Semsûrê bi lêv kir ku ew ji bo gelê xwe hatiye û bang li hilbijeran kir ku di hilbijartinan de dengên xwe bikarbînin.    Partiya Çepên Kesk ku amadekariyên hilbijartinên 14’ê Gulanê didomîne ji aliyê hilbijêran vê jî bi çoş û hezkirineke mezin tê pêşwazî kirin. Li aliyekî hilbijêrên Partiya Çepên Kesk bi mehan e ji bo Partiya Çepên Kesk li qadan dixebitin û li aliyê din jî hilbijêr bajarên ku lê dijîn ji bo Partiya Çepên Kesk diherikin cihên ku wê deng bidin. Welatiyê bi navê Cengîz Kaya ku ji Almanyayê ji bo deng bide Partiya Çepên Kesk hat Semsûrê bi lêv kir ku ew li dijî neheqiyên li ser gelê xwe hatiye Semsûrê deng bide û bang li hilbijêran kir ku dengên xwe bikarbînin.    ‘NE 5 HEZAR KÎLOMETRE 20 HEZAR KÎLOMETRE BÛNA JÎ EZ Ê BIHATIMA’    Cengîz Kaya anî ziman ku ji ber li Almanyayê mafê wî yê bikaranîna deng tune ye 35 sal in di hemû hilbijartinan de tê Semsûrê û wiha got: “Em li Ewropayê welêt dişopînin û neheqiya li ser gelê xwe dibînin. Ez jî li dijî vê zilm û neheqiyê hatim dengê xwe bidim Partiya Çepên Kesk, em ê li dijî van neheqiyan heta dawiyê li ber xwe bidin. Min baweriya xwe li vê partiyê anî û hatim ne 5 hezar kîlometre 20 hezar kîlometre bûna jî dîsa ez ê bihatima.”   ‘JI BO GELÊ XWE HATIM’   Kaya, bal kişand ser girîngiya bikaranîna dengan û ji bo deng dayina hilbijêran ev bang kir: “Dengek jî dengeke bi dengekê gelek tişt diguherin. Ya min jî dengeke min heye û min xwest bi dengekê piştgiriya partiya xwe bikim, ev ji destê min tê. Ji bo gelê xwe hatim Semsûrê, tenê Partiya Çepên Kesk dikarê mafên gelê kurd biparêze. Nûnerên me ew in. Di hilbijartinan de jî hêviya me serkeftine ji bo wê jî bila gelê me li dijî vê neheqiyê biçin ser sindoqan û dengê xwe bikarbînin.”   ‘LI DIJÎ NEHEQIYÊ...’   Kaya, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku li Ewropayê bi çavên dîktatoriyê li desthilata AKP’ê û MHP’ê dinêrin û wiha bang li hilbijeran kir: “Ji bo aştî, azadî û mirovahiyê li dijî neheqiyê divê hemû kes dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.”   MA / Mahmût Altintaş