Emîne Şenyaşarê ji bo danişînê bang kir: Edalet dê bi piştevaniyê were 2023-05-11 10:13:46 RIHA - Emîne Şenyaşar a ku ji bo danişîna ewil a doza sibê ji nû ve bê dîtin a sê ferdên malbata wê hatin qetilkirin banga tevlibûnê kir û wiha got: “Piştevanî çiqas mezin be wê edalet ewqas bilez were.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar ku di 9’ê adara 2021’an de li ber deriyê Edliyeya Rihayê daye destpêkirin berdewam dike. Piştî komkujiyê dosyaya “kargehê” hate xerakirin û bi biryarekê bi dosyaya “nexweşxaneyê” re kirin yek. Danişîna ewil a dosyayê wê sibê bê lidarxistin.    Emîne Şenyaşar a 780 roj in têkoşîna xwe ya edaletê li ber Edliyeya Rihayê didomîne, ji bo danişîna doza ku li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bê lidarxistin banga tevlibûnê kir.    ‘ÊDÎ NIKARIN VÊ ZILMÊ RAGIRIN’    Emîne Şenyaşar diyar kir ku li Tirkiyeyê edalet nîne û anî ziman ku kurê wê Fadil Şenyaşar ê girtî tê ragirtin 5 sal in li hucreya yek kesî tê ragirtin. Şenyaşar a bi gotina “bila êdî kurê min bê berdan bang kir” wiha got: “Heta ku kurê min neyê berdan ez ê ji ber deriyê edliyeyê ranebim, ez ê têkoşîna xwe bidomînim. Êdî em nikarin vê zilmê ragirin. Êdî bes e. Keçeke kurê min heye. Bavê xwe dixwaze.”   Şenyaşar, destnîşan kir ku ji bo herkesi edaletê dixwaze û wiha got: “Bila êdî ev zilm xelas bibe. Şenyaşar, têkildarî  têkoşîna edaletê ya 5 sal in dide wiha got: “Gelek zilm heye, em ji ber vê zilmê nikarin pişta xwe rast bikin. Heke edalet hebûya dema ji malbata min 3 kes hatin qetilkirin da vê yekê bikin. Lê şûna wan kurê min ê bav û birayên wî hatin qetilkirin bi awayekî birîndarkirî birin nexweşxaneyê.”   ‘EZ ZILMA VÊ HIKUMETÊ JI BÎR NAKIM’    Şenyaşar, xwest edalet demildest bi cih were û wiha berdewam kir: “Heta mirinê ez zilma vê hikumetê ji bîr nakim. Gelek zilm kirin. Li me xistin, em bi erdê re kaş kirin lê min bi tu awayî serî netewand, natewînim jî. Bixwazin bila bigirin bila bikujin. Heta ku kurê min were berdan ez ê li vir birûnim. Dema kurê min hate malê ez jî dê çalakiya xwe ya li vir bi dawî bikim.”   ‘EDALET BI PIŞTEVANIYÊ TÊ’    Şenyaşar, bang li herkesê ku piştevaniya edalet û hiqûqê dikin kir û ev tişt gotin: “Ez dixwazim herkes ji bo me dua bike. Dixwazim herkesên ji me re edaletê dixwazim roja înê bi me re bin. Ez dixwazim kesên ji roja ewil ve em tenê ne hiştin, li cem me sekinîn û piştgiriya me kirin tev li danişînê bibin. Piştevanî çiqas mezin be edalet jî dê ewqas bilez were. Heke em xwedî li hev dernekevin, edalet nayê. Heta edalet neyê jî tu tişt di rê de naçe.”   ÇI QEWIMÎ BÛ?   Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ku “serdana” dikana Malbata Şenyaşar kir, êrişî ferdên malbatê kirin. Birîndarên malbatê ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê êrişa li dijî wan dewam kiribû û Haci Esvet Şenyaşar û lawên xwe Adil û Celal Şenyaşar li ber çavê her kesî hatin qetilkirin. Her wiha li ber çavê Emîne Şenyaşar hevjîn û lawên wê hatin kuştin.    Lêpirsîna derbarê êrişa li dikanê û nexweşxaneyê li gel ku di heman rojê de pêk hat jî bi du beşan hat veqetandin. Danişîna êrişa têkildarî dikanê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê hat lidarxistin û di 2’yê Nîsana 2021’an de biryara wê hat dayîn. Dadgehê 37 sal û 9 meh cezayê hefsê li Fadil Şenyaşar ku bav û du birayê wî hatibûn kuştin, hat birîn. 18 sal cezayê hefsê jî li Enver Yildiz ê ku 18 meh piştî bûyerê teslîm bûbû hatibû birîn.    Heyeta dadgehê biryar da ku Ferît Şenyaşar ê ji dozê negirtî dihat darizandin cezayek lê bê birî nîne û bersûcên din ên dosyayê ceza hat birîn. Dadgehê li Suleyman Yildiz 4 sal 3 meh 22 roj, Abdurrahman Yildiz 11 meh 23 roj, Kenan Yildiz 4 sal 8 meh 18 roj, Mustafa Yıldız salek û mehek nîv, Mehmet Yildiz 6 meh 22 roj, Nihat Yildiz salek û 11 meh 18 roj, Halîl Îbrahîm Şîmşek 3 sal 9 meh, Mehmet Şîmşek 2 sal 6 meh 10 roj û li Mehmet Yildiz 2 sal û 6 meh û 10 roj cezayê girtîgehê birî. Dosyeya Îbrahîm Yildiz ê ku derbarê wî de biryara girtinê hatibû dayîn ji ber ku nehat girtin hat cihêkirin.     Parêzerên Malbata Şenyaşar û malbata Yildiz biryara dadgeha herêmî birin Dadgeha Edeliyeya Herêma Dîlokê ango Dadgeha Îstînafê. 2’yemîn Daîreya Dadgeha Îstînafê serlêdanên parêzeran nirxand û xwest kêmasiyên di dosyeyê de bên temamkirin û biryara dadgeha herêmî di 8’ê kanûnê de ji esasî ve xera kir.    Dadgehê sûcên ku hatine kirin nirxand û daxwaza lêkolînên bi danişînî jî red kir. Dadgehê biryar da ku dosyeya “dikanê” û dosyeya “nexweşxaneyê” bibin yek û bi hev re bên birêvebirin û got ku ev yek neçarî ye.    Piştî biryara yekkirinê danişîna dozê ya ewil wê sibê saet 09.30’an de li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bê lidarxistin.    MA / Omer Akin