Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê serdana OHD'ê kir 2023-05-11 19:19:30       STENBOL- UDelegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî serdana OHD'ê kir. Di serdanê de parêzer Nûrettîn Kûzû bal kişand ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Em dixwazin Konseya Ewropayê deng derxîne. Pozîsyona wan qels e. Mueyîdeyên cidî pêk naynin."    Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetewey ku li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat Tirkiyeyê, serdanên xwe didomîne. Delegasyon piştî serdana li Buroya Hiqûqê ya Asrinê û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), serdana Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Stenbolê kir.    Parêzerên OHD'î delegasyonê pêşwazî kirin.    Di serdanê de ewilî Hevserokê OHD a Şaxa Stenboê Gurkan Îsteklî axivî. Îsteklî diyar kir ku gelê kurd sedsal in jib o hebûna xwe têdikoşe, lê hikûmetên Tirkiyeyê jî li dijî vê têkoşînê tevdigerin. Îsteklî bilêv kir ku li hemberî kurdan qirkirina fîzîkî û çandî tê kirin û bal kişand ser girtîgehên li Tirkiyeyê û tecrîda li ser Abdullah Ocalan.    ‘PERGALEKE QETEREHM HEYE'   Parêzer Acînîkliyê jî diyar kir ku polîtîkayeke ceza ya AKP'ê tune ye û got: "Li Tirkiyeyê pergaleke qeterehm heye." Piştî vê endamên delegasyonê ji parêzeran pirsîn ku bê ka der barê helwesta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de çi difikirin. Parêzer Acînîkliyê got ku serlêdanên wan ên li DMME'yê ên ji bo pêşlêkolînkirinê hatine redkirin û got ku serlêdana ji bo 34 welatiyên ku li Roboskiyê hatinq etilkirin jî ji ber kêmasiyên di warê usûlê de ji aliyê DMME'yê ve hatiye redkirin. Acînîkliyê got ku li bara wan DMME ne jidil e.   Parêzer Vedat Ece jî bibîr xist ku parêzerên Ocalan nikarin hevdîtinê pê re bikin û ji 25'ê Adara 2021'ê heya niha tu xeberê ji Ocalan nagirin û got ku partiyên siyasî Abdullah Ocalan ji xwe re dikin halet. Ece, bal kişand ser pêkanînên li girtîgehên Tirkiyeyê û rewşa girtiyên nexweş.    Sekretera OHD a Şaxa Stenbolê Eda Onalê jî da zanîn ku li Tirkiye û Kurdistanê herî kêm hezar û 600 girtiyên nexweş hene û gelek jê çendî raporên wan ên "nikare di girtîgehê de bimîne" hene jî nayên berdan.   Parêzer Nûrettîn Kûzû jî destnîşan kir ku sedema ku li Tirkiyeyê her diçe hejmara girtiyan zêde dibe, pêşîgirtina hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocana re ye. Kûzû bilêv kir ku sedemeke din jî nepêkanîna biryarên dadeghên bilind û DMME'yê ne.    Kûzû di berdewama axaftina xwe de ji bo tecrîda mutleq a li Girtîgeha Îmraliyê ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê pêkanîn û got: "Em dixwazin Konseya Ewropayê deng derxîne. Pozîsyona wan qels e. Mueyîdeyên cidî pêk naynin." Kûzû xwest Konseya Ewropyê zorê bide Tirkiyeyê di vî warî de.