Heta niha 55 hezar hilbijêrên livdar serî li Partiya Çepên Kesk dane 2023-05-12 10:14:55   ENQERE - Heta niha 55 hezar hilbijêran serî li Partiya Çepên Kedk dane û dê ji bo dengê xwe bidin li herêmên wan bên veguhestin. Ji Komîsyona Hilbijêrên Livdar Ferhan Kaplan got ku dê tu hilbijêrên xwe li derve nehêlin.    Partiya Çepên Kesk xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê didomîne. Ji bo hilbijartinan 2 roj mane û serlêdanên ji bo Komîsyona Hilbijêrên Livdar hêj jî didomin. Heta niha herî kêm 35 hezar hilbijêran ji bo hatin û çûna di navbera bajaran de serlêdan kirine. Qismekê van hilbijêran jî hatine veguhestin. Li gel vê, her wia ji bo hilbijêrên li gundan ku sindoqên wan birine herêmên cuda jî 20 hezar serlêdan hatine kirin. Bi giştî heta niha herî kêm 55 hezar hilbijêrên livdar serî li Partiya Çepên Kesk dane.    Ji Komîsyona Hilbijêrên Livdar Ferhan Kaplan anî ziman ku armanca wan ew e ku karker, xwendekar û hemû hilbijêrên li derveyî bajarên xwe dijîn veguhêzin herêmên hilbijartinê û wiha domand: “Komîsyona Hilbijêrên Livdar li hemû bajar û navçeyên me hatin avakirin. Bi rêya van komîsyonan em hewl didin hilbijêrên ji herêma dengdayînê tespît bikin. Em bi rêya hevalên di komîsyonê de cih digirin, parlamenter, namzetên parlamenter û hwd. xwe digihînin wan hilbijêran. Em hewl didin wan veguhêzin herêma dengdayînê. Bi sedan hevalên me di komîsyonê de cih digirin.”    ZÊDETIR LI SER HERÊMÊN ERDHEJÊ DISEKININ   Kaplan, axaftina xwe wiha qedand: “Xebatên veguhestina hilbijêran dest pê kirine. Ew diyar dikin bê ka dê çawa biçin û em jî li ser telefonê lê vedigerin. Em jê re dibêjin bê ka dê çawa biçin û dişînin herêma hilbijartinê. Ji bo herêmên erdhejê em xebateke cuda dikin. Bi taybet jî ji bo kesên kal, astengdar em xebateke cuda dikin. Em ê wan taybet bigirin û bibin ser sindoqê. Em ê jê re bibin alîkar ku dîsa vegerin. Piştî xebatên me, daxwazeke zêde çêbû. Em ê tevahiya kesên serî li komîsyona me dane veguhêzin herêmî û dîsa li malên wan vegerînin. Em ê tu hilbijêrên xwe li derve nehêlin. Banga min ji bo hemû hilbijêrên li derveyî herêma hilbijartinê dimînin ew e ku xwe bigihînin me da ku em wan veguêzin.”    MA / Yusra Batihan - Enes Beyaz