Ji hilbijartinê re 2 roj man: Mifteya guhertinê di destê jinan de ye 2023-05-12 11:33:49   SÊRT - Jinên ku bi awayek aktîf di xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk de cih girtin gotin: “Guhertin wê bi me pêk were. Mifteya guhertinê di destê jinan de ye.”    Partiya Çepên Kesk bi pêşengiya jinan xwe ji bo hilbijartinê amade dike. Jin ji bo ewlehiya hilbijartinê bênavber xebatan didomînin. Jinan li Sêrtê ji bo Partiya Çepên Keskên gund bi gund û mal bi mal geriyan û ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê hatin dawiya xebatên xwe.    Endama Meclisa Jinan a HDP’ê Melîha Orenç diyar kir ku ji roja xebatên hilbijartinê dest pê kirin xebat û kedek bênavber kirin û wiha got: “Ev hilbijartin ji bo jinan gelek girîng e. Herî zêde jin di bin tesîra aboriyê, zext, zilm û qetilkirinan de dimînin. Ji bo azadiyê divê em bi şev û roj bixebitiyan. Em bi ruhê azadiyê xebitîn. Bi partiyên kurd pêşiya jinan vebû û ji bo rojên xweş û azad divê hemû jin mohra xwe li bin Partiya Çepên Kesk bidin.”    TÊKOŞÎNA JINAN    Endama Meclisa Jinan a Partiya ÇepênKesk Belkîs Beştaş Epozdemîr jî anî ziman ku ji bo hilbijartinê jin bir ola xwe rabûn û wiha got: “Jin hêza pêşeng a têkoşînê ne. Jin wek her hilbijartinê ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê jî bûn pêşeng. Di têkoşîna rizgariy3e de rola jinan heye. Di xeta têkoşînê de her tim jinên Botan û Xerzanê xwe dane nîşandan. Yên ku guhertin û veguhertinê bînin jî jinin. Yanî mifteya guhertinê di destê jinan de ye. Jin dikarin vê pergalê biguherînin. Divê jin ji vê îktiarê û pergalê re bêjin bes e. Ez bang li jinên Xerzan û Botanê dikim, werin em xwedî li partiya xwe derkevin.”    ‘EM GUHERTINÊ DIXWAZIN’    Gulistan Sevîm a ji gundê xwe ji bo piştgiriyê bide xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk ji gundê xwe hat navenda Sêrtê, anî ziman ku ew dixwazin tevkariyê li guhertinê bikin û rewşa Tirkiyeyê diyar e û wiha got: “Em bi hev re dixwazin vê pergalê biguherînin. Jin wê bi reng û dengê xwe vê pergalê biguherînin. 21 sal in em her tim ew hene êdî em guhertinê dixwazin. Li vê xakê yê herî zêde êşê dikişîne jin in. Kes mafê jinan naparêze. Heke Erdogan careke din were hilbijartin wê bixwaze jinan tune bike. Çarenûsa jinên Îranê wê li serê jinên Tirkiyeyê be jî. Weke jin divê em destê xwe bidin hev û pêşî li vê bigirin."