Namzeta Partiya Çepên Kesk Kordû: Divê herkes dengê xwe bide 2023-05-12 11:40:57   DÊRSIM - Namzeta parlamenteriyê ya Dêrsimê Ayten Kordû, diyar kir ku xebatên xwe zêdetir qedandine û wiha got: “Divê hemû mirovên me deng bidin, dayîna dengan gelek girîng e.”   Partiya Çepên Kesk di xebatên hilbijartinê yên li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê de ber bi dawîbûnê ve diçe û girîngiya ewlehiya sindoqan destnîşan dike. Namzeta parlamenteriyê ya Dêrsimê Ayten Kordû ya li bajêr gund bi gund, tax bi tax xebatên hilbijartinê didomîne, bi gotina “Dêrsim ji hilbijartinê re amade ye” herkes vexwend ku dengê xwe bidin.    ‘EM LI HER DERÊ NE’    Kordû, bi bîr xist ku piştî dîroka hilbijartinê diyar bû li qadê dest bi xebatên hilbijartinê kirine û wiha got: “Ji roja me li bajarê xwe start dayî ve gelek xebat meşandin. Li Dêrsimê me hewl da xwe bigihînin hemû dikandar, gund û navçeyan. Lê hin gundên ku em neçûnê hene em difikirin ku piştî hilbijartinê jî biçin wan gundan. Lê em çûn herêmên me yên zêde. Xebatên me baş derbas bûn, hevalên ku li her qadê ked dane çêbûn. Dîsa li navendê me xebateke zêde bi rê ve bir. Em ê heta qedexeyên hilbijartinê xebatên xwe bidomînin.”   ‘DIVÊ HEMÛ MIROVÊN ME DENGÊN XWE BIKARBÎNIN’    Kordû, diyar kir ku ji bo parastina sindoqan gelek dixebitin û wiha got: “Di mijara peywîrdarkirina sindoqan de jî xebateke me ya gelek zêde çêbû. Li vir dê hem koordinasyona me ya krîzê hem jî hiqûqnas di nava xwe de xebatan bikin. Ez jî dê bi du hiqûqnasan re heta êvarî li ser sindoqan bigerim. Hema bêje li ser hemû sindoqan peywîrdarên me hene. Ji berê tecrubeya me heye. Divê hemû kes dengên xwe bidin, dayîna dengan gelek girîng e. Ji bo hilbijêrên me yên livdar yên diçin derveyî bajêr û gundan me xebat kirin. Me wesayît peyda kirin û di wê mijarê de hemû amadekariyên me didomin. Dêrsim ji hilbijartinê re amade ye. Ez bawer dikim ku em ê temsiliyeta herî baş bi dest bixin.”   ‘KEDA ME WÊ VALA NEÇE’    Kordû, destnîşan kir ku Dêrsim bajarekî gelek girîng e û wiha berdewam kir: “Ji bo ku yek zilam biçe û temsiliyeta jinê di parlamentoyê de bi awayekî herî xurt cih bigire mirovên me pêşniyar kirin. Gelê Dêrsimê hêz da me. Em spasiyên xwe pêşkeşî gelê Dêrsimê û gelê me yê li Ewropayê dikin. Di vê mijarê de gelek xebat meşandin. Ez bawer dikim ku wê keda me vala neçe. Dê her tişt baş be. Ev der warê Jarû Diyarû ye. Divê mirov layiqî gelê li ser vê xaçê dijî kedê bide.”   Kordû, anî ziman ku mafê çiya, kevir, gur, çûk, kêzik her tiştî li ser wan heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em vî mafî dizanin. Divê em mafî bidin. Divê em zêdetir têbikoşin. Em di zanebûna vê de ne. Divê em layiqî vê kedê bibin. Divê di vê mijarê de em gelek bixebitin. Bila ji vê bawer bin ku em ê ji bo çareseriyê jî bi heman hestiyariyê bixebitin. Ez ji hemû gelê Dêrsimê re spasiyên xwe pêşkeş dikim. Em duh li vir bûn, em îro jî li vir in, em ê sibê jî li vir bin.”   MA / Eylem Akdag