Danişîna doza komkujiya Malbata Şenyaşar dest pê kir 2023-05-12 12:16:17   RIHA- Danişîna ewil a doza komkujiya Malbata Şenyaşar ku dadgehê dosyayên “kargehê” û “nexweşxaneyê” kiribûn yek, li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê dest pê kir.    Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Malbata Şenyaşar berdewam dike. 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê di “Dosyaya kargehê” de 37 sal û 9 meh cezayê hefsê dabû Fadil Şenyaşar û 18 sal jî dabûn Enver Yildiz. Lê dosya ji hêla Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Dîlokê ve hatibû xerakirin. Her wiha “Dosyaya nexweşxaneyê” jî li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê didome. Li ser daxwaza dadgeha îstînafê û parêzerên Malbata Şenyaşar, 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê biryara yekkirina her du dosyayan da. Piştî biryara yekkirina dosyayan, danişîna ewil a dosyayê li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê tê lidarxistin.    DESTÛRA KETINA AVAHIYÊ NEHAT DAYÎN   Ji ber erdhejê, danişîn li Avahiya Xizmetê ya Pêvek a Dadgeha Cezayên Giran a li Taxa Cafana ya navçeya Çirmik a Meletiyê hate lidarxistin. Endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê, Rêxistina Bajar a Partiya Çepên Kesk a Meletiyê û namzetên parlamenteriyê jî xwestin tev li danişînê bibin. Lê belê cendirmeyan diyar kirin ku ji bilî navên di lîsteya di destê wan de cih digirin, dê destûrê nedin ku kesek bikeve avahiya dadgehê û nehiştin bikevin avahî.    Malbata Şenyaşar, parêzerên malbatê û yên Midûriyeta Tenduristiyê ya Rihayê di danişînê de amade bûn. Ji bersûcan Enver Yildiz û Celal Yildiz bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn.    Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî şandeya dadagehê diyar kir ku ji ber biryara yekkirina dosyayan dê îfadeyên berê dîsa negirin û tenê dê li îfadeyê Mehmet Yildiz bê guhdarîkirin.    Celal Yildiz, Mîkaîl Şîmşek û Enver Yildiz ku di çarçoveya dosyayê de girtî ne jî di nav de bi giştî 19 kes ji ber sedemên “Ji carekê zêdetir kuştina kesekî”, “Ji carekê zêdetir hewldana ji bo kuştina kesan”, “Zirardayîna malê cemaweriyê”, “Veşartin û tunekirina delîlên sûc”, “Diziya di saziya cemaweriyê de” û “Binpêkirina parêzbendiya kargehê” tên darizandin.    Danişîn berdewam dike...