Serokê YSK’ê Yener: Em ê encamên neteqez di heman rojê de eşkere bikin 2023-05-12 12:27:25   ENQERE - Serokê YSK’ê Ahmet Yener diyar kir ku dê encamên neteqez ên hilbijartinê di heman rojê de eşkere bikin.    Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Ahmet Yener têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê daxuyanî da. Yener, da zanîn ku wan amadekariyên xwe yên ji bo hilbijartinê temam kirine û dê encamên neteqez ên hilbijartinê di heman rojê de eşkere bikin.    ‘HEMÛ TEVDÎR HATIN GIRTIN’   Yener, têkildarî bûyerên weke “Pisîk ketibû trafoyê” jî ev agahî dan: “Li hemberî hemû êrişên li dijî binesaziya teknolojiyê yên weke birîna ceyranê û êrişên sîberê, me tevdîrên pêwîst girtine. Testên pêwîst jî hatine ceribandin. YSK û lijneyên me yên navend û navçeyan ji niha ve tevahiya tevdîrên xwe girtine.”    DENGÊN DERVEYÎ WELAT BI 5 NIFTEYÊN CUDA TÊN PARASTIN    Têkildarî dengên derveyî welat jî Yener ev tişt anî ziman: “Dengdayîna derveyî welat di 9’ê gulanê de bi dawî bû. Lê dengdayîna li gumrikê heta 14’ê Gulanê didome. Ji sedî 53’yê hilbijêrên derveyî welat dengên xwe dan. Nifteyeke dengên anîne Tirkiyeyê di destê Serokê Lijneya Hilbijartina Navçeyê ya Derveyî Welat, nifteyên din jî di destê nûnerên partiyên siyasî de ne. Deng, bi 5 nifteyên cuda tên parastin.”