Di doza Gulmez de dadgehê biryar da mutalaa beriya danişînê bê pêşkeşkirin 2023-05-12 13:44:57 AMED - Di doza Hevseroka DBP’a Amedê Seval Gulmez de ku bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatiye vekirin, şandeya dadgehê biryar da ku dozger mutalaaya xwe beriya danişînê pêşkeş bike.    Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Seval Gulmez bi “Endamtiya rêxistinê” tê darizandin. Danişîna dozê li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Di danişîna dozê de ku ji îdianameyên hatine yekkirin pêk tê de Gulmez û parêzerên wê okan Altekîn û Seda Zengîn amade bûn.    Dozger, xwest ku xisûsên kêm ên di dosyayê de bên temamkirin. Gulmez jî got ku parastinên xwe yên berê dubare dike û daxwaza beraeta xwe kir. Parêzera Gulmez, Seda Zengîn jî xwest ku miwekîla wê tev li danişînan nebe.    DÊ DI NAVBERA DANIŞÎNAN DE MUTALAA BÊ PÊŞKEŞKIRIN    Dadgehê biryar da ku dosya ji dozger re bê şandin, dozger beriya danişînê mutalaaya xwe pêşkeşî dadgehê bike, mutalaaya hatiye amadekirin tavilê ji bersûc û parêzeran re bê şandin û ji bo parastina xwe bikin heta danişîneke din dem jê re bê dayîn.    Dadgehê daxwaza parêzeran a ku bila Gulmez tev li danişînan bibe red kir, biryar da ku tevdîra kontrola edlî bidome û danişîn taloqî 13’ê îlonê kir.