Hilbijêrên livdar ên ji Mûglayê bi rê ketin: Her deng pir girîng e 2023-05-12 14:39:00   MÛGLA - Hilbijêrên livdar ên di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk de ji Mûglayê ber bi bajarên wan ve hatine birêkirin, wiha gotin: “Her dengek pir girîng e. Em xwedî li dengê xwe derdikevin. Em ji bo guherînê, ji bo edaletê bi rê ketin.”    Di çarçoveya xebatên hilbijêrên livdar ên Partiya Çepên Kesk a Mûglayê de bi hezaran kes li bajarên wan hatin veguhestin. Partiya Çepên Kesk, kampanyaya “Bila dengê we vala neçe” dabû destpêkirin û di çarçoveya kampanyayê de heta niha ji Mûglayê nêzî 30 wesayît şandine. Xebatên partiyê yên li bajar bênavber didomin. Hilbijêrên livdar jî gotin ku her dengek girîng e û dixwazin ku hilbijartin bibin wesîleya guherînên mezin.    ‘EM XWEDÎ LI DENGÊ XWE DERDIKEVIN’   Ji hilbijêrên livdar Muhsîn Avci anî ziman ku ew li gel hevalên xwe yên di karê înşaetê de dixebitin û bi piştgiriya partiya xwe, ji bo dengdayînê ber bi bajarê xwe ve diçin û wiha got: “Em ji bo hilweşandina vê pergalê diçin. Em dibêjin heq, hiqûq, edalet. Em dixwazin li vî welatî mîna mirovan bijîn. Bi xwedîderketina li dengê xwe em ê bertekê nîşanî kesên gelê kurd tune dihesibînin didin.”    GUHERÎN ŞERT E   Huseyîn Carav ku ji bo xebatê hatiye Mûglayê jî ji bo dengê xwe bide ber bi Sêrtê ve kete rê. Carav, wiha got: “Em her tiştî didin ber çavan û diçin dengê xwe bidin. Heta dengek tenê jî pir girîng e. Em xwedî li dengê xwe derdikevin.”    Ji welatiyan Zahît Tekîn jî ber bi Sêrtê ve ketiye rê û wiha dibêje: “Guherîn şert e, êdî divê yên nû bên. Em hezar û 800 km’an rê diçin da ku dengê xwe bidin. Tenê dengek jî be divê em xwedî lê derkevin.”    ‘ME DEV JI KARÊ XWE BERDA Û DIÇIN’   Adem Kaya jî diçe Sêrtê û wiha axivî: “Me dev ji karê xwe berda û diçin da ku dengê xwe bidin. Em nikarin dengê xwe bo tu kesî bihêlin.” Ronahî Ezer jî ji rêwiyên Sêrtê ye û wiha dibêje: “Her dengek pir girîng e. Nifteya guherînê, deriyên li azadiyê vedibin di destê we de ne. Ji bo ku bibêjin bila dewran biguhere em diçin dengê xwe didin. Banga min li her kesî ew e ku dengê xwe bidin.”    Her wiha komeke ciwanan a li Îzmîrê jî ji bo dengê xwe bidin bi rê ketin. Ciwan bi tililî û çepikan li otobûsan siwar bûn û gotin ku dê bi serkeftinê vegerin Îzmîrê.    MA / Ezgî Aydin