6 hezar TIR û 30 otobus li deriyê sînor tên sekinandin 2023-05-12 16:31:56   ŞIRNEX - Ajokarên TIR’an û bi hezaran kesên ku weke karinca diçin Herêma Kurdistanê û Iraqê bi rojane li deriyê sînor tên sekinandin û destûr nayê dayîn ku derbas bibin.    Welatî û TIR’ên ku diçin Herêma Kurdistanê û Iraqê bazirganiyê û barkêşiyê dikin, bi hinceta hilbijartinê li deriyê sînor tên rawestandin. Hate hînbûn ku ji duh bi şev ve li Deriyê Sînor ê Xabûr ê li navçeya Silopiya ya Şirnexê destûr nayê dayîn ku wesayît derbas bibin. Hate ragihandin ku heta niha 6 hezar TIR û otobus tên rawestandin.    ‘BILA KIRARIYAN BILEZÎNIN’    Ajokarên wesayîtan diyar kirin ku 6 hezar TIR’ên ku çûne Herêma Kurdistanê barên xwe vala kirine û li deriyê sînor hatine sekinandin hene. Ajokaran diyar kirin ku duh bi şev û vir ve derbasbûnên ji Herêma Kurdistanê ber bi Tirkiyeyê ve girantir bûne û xwestin bi lezgînî çareseriyek bê kirin.    Ajokaran wiha gotin: “Em hemû parlamenter û namzetên parlamenteriyê yên herêma me vedixwînin peywîrê. Ji bo wesayîtên li Iraqê tên sekinandin derbasî Tirkiyeyê bibin divê gumrik kirariyan bileztir bike.”