Baroya Şirnexê Navenda Koordînasyona Hilbijartinê ava kir 2023-05-12 16:48:12   ŞIRNEX - Baroya Şirnexê Navenda Koordînasyona Hilbijartinê ava kir û bang li welatiyan kir ku heke di roja hilbijartinê de binpêkirin çêbibin bila li navendê bigerin.    Ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê du roj man. Partiya Çepên Kesk a Şirnexê ji bo ewlehiya hilbijartinê, li hemû sindoqan muşahid peywirdar kir.    Baroya Şirnexê jî bi daxuyaniyeke nivîskî bang li gel kir ku heke di roja hilbijartinê de bêusulî çêbibin bila li Navenda Koordînasyona Hilbijartinê ya Baroyê bigerin. Baroyê wiha got: “Di dema Hilbijartina Serokkomariyê û Hilbijartina Giştî ya Serdema 28’an a Parlamenteriyê de heke li navenda Şirnexê û navçeyên wê pirsgirêkeke hiqûqî derkeve holê, hûn dikarin ji baroya me piştgiriyê bigirin. Hejmara telefonê ya Navenda Koordînasyona Hilbijartinê ev e; 0 (532) 602 30 11”