Li Botanê 'karwana azadiyê' ya Partiya Çepên Kesk 2023-05-12 18:01:45       ŞIRNEX- Li Botanê "karwana azadiyê' ya Partiya Çepên Kesk, bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.      Partiya Çepên Kesk ku li Botanê bi coşeke mezin tê pêşwazîkirin, xebatên xwe didomîne. Bi tevlîbûna namzetên Partiya Çepên Kesk Newroz Ûysal, Mehmet Zekî Îrmez, Ayşegul Dogan û Bedirhan Osal, parlementerên HDP’ê Nûran Îmîr, Hasan Ozguneş, rêxistinên navçeyan û Şirnexê yên Partiya Çepên Kesk û HDP’ê bi sedan wesayîtê li herêmê geriya. Karwana ku li bajarokê Ereban ê gîrêdayî navçeya Hezexê dest pê kir, li navenda navçeyê, li Cizîr, Silopiya û heta Şirnexê bi girseyî geriya û namzetan gel silav kir. Karwan li her navçeyê bi tililiyan û bi coş hat pêşwazîkirin. Karwan, herî dawî hat Şirnexê.