Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî: Em ê dengê we bigihînin Konseya Ewropayê 2023-05-12 19:10:38   STENBOL- Endamên Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî ku serdana MATÛHAYDER’ê kir, diyar kirin ku dê tiştên di serdanan de ji wan re hatine gotin ragihînin civîna Konseya Ewropayê ku hefteyeke din dê bê lidarxistin û gotin: "Em ê dengê we bigihînin wir."    Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî ku ji 3 welatan û ji 3 kesan pêk tê, li Tirkiyeyê serdanên xwe didomîne. Profesorê Civaknasî û Antropolojiyê Denîs O'Hearn, Cîgira Serokê Koma Çep a Konseya Ewropayê û Nûnera Meclisa Parlementeran a Konseya Ewropayê û Endama Komîteya Şopandinê Laura Castel û Wezîrê Dadê û Karên Navxweyî yê Îzlandayê yê berê Ögmundur Jonasson, ji bo serdana Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê bike serdana Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê kirin.    Hanim Tosûn, hevjîna Fehîm Tosûn ku di 19'ê Cotmeha 1995'an de hat revandin û windakirin û Sebla Arslan delegasyonê pêşwazî kirin. Civîn, li ser daxwazên Dayikên Şemiyê ji çapemeniyê re girtî hat kirin.    FIKIRÊN OCALAN ÊN DER BARÊ JINAN DE   Şande paşê hevdîtin bi aktivîstên Tevgera Jinan (TJA) re kir. Di hevdîtinê de fikirên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên li ser jinan hatin parvekirin û destkeftiyên ku li Tirkiye û Kurdistanê yên bi van fikiran re hatine bidestxistin hatin destnîşankirin. Aktivîstên TJA'yê di hevdîtinê de bilêv kirin ku bi saya fikirên Abdullah Ocalan jin di civakê de xuyangtir bûne û civak guheriye. Her wiha aktivîstan bal kişandin ser saziyên jinan yên ku di dema Rewşa Awarte de hatine girtin û gotin ku çendî saziyên wan hatibin girtin jî wan têkoşîna xwe ji cihê mayî domandiye.     PERGALA HEVSEROKATIYÊ   Endamên delegasyonê ji aktivîstên TJA'yê xwestin ku di warê pergala hevserokatiyê de wan serwext bikin. Aktivîstên TJA'yê jî diyar kirin ku pergala hevserokatiyê ewilî baş nehatiye qebûlkirin, lê paşê piştî li 4 şaredariyan ev yek hatiye pêkanîn û destkeftî zêde bûne, fikira civakê ya di vî warî de jî guheriye.    Her wiha aktivîstên TJA'yê bal kişandin ser girîngiya Peymana Stenbolê û pêvajoya betalkirina wê jî.    TECRÎD   Aktivîstên TJA'yê bal kişandin ser şert û mercên ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gotin ku ev şert û merc bi têgeha "tecrîdê" tenê nayên ravekirin, ji lew re pergaleke pir xirab eeç Aktivîstan bilêv kir ku têkoşîna wan a li dijî tecrîdê didome.      Aktivîstên TJA'yê destdirêjî, destacêtin û tahdeya bi destên polîs, leşke rû aryedarên dewletê tên kirin û kuştinên di encama van kirinan de jî bibîr xistin. Di serdanê de li ser rewşa girtîgehên li Tirkiyeyê û kirinên li girtîgehan hat sekinandin   Şande paşê serdana Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran (MATÛHAYDER) kir. Hevserokên komeleyê Dîlek Demîr û Şafî Erol şandeyê pêşwazî kirin.    Endamên Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî di serdana xwe ya MATÛHAYDER’ê de gotin ku xisûsên di serdanan de bi wan re hatine parvekirin ew ê bibin civîna Konseya Ewropayê ku wê hefteyek bi şûn de bê lidarxistin. Delegasyonê got: "Em ê dengê we bigihînin wir."