ROJEVA 13'Ê GULANA 2023'YAN 2023-05-13 09:00:04 * Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Meletiyê Perîhan Yucekaya diyar kir ku heke li Meletiyê Partiya Çepên Kesk parlamenteran derbixe guherînên mezin wê pêk werin û got: “Bila gelê me dengê xwe bide me ku em bi hev re pirsgirêkên bajêr çareser bikin.”   * Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Îdirê Mehmet Selçûk, îşaret bi lîstikên partiya desthilatê û yên muxalfetê yên din ên li Îdirê kir û got: “Gelê Îdirê biryara xwe daye û deng û vîna xwe nafiroşin pere, şekir û pasteyan. Rêzê ji bo vîna gel bigirin.”   * Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Çepên Kesk Cahît Kirkazak diyar kir ku ji bo desthilat ji destê AKP'ê neçe bi ser ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re serî li spekulasyonan dide û tecrîd, polîtîkayeke li dijî civaka Tirkiyeyê ye.    * Namzetê Parlementeriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Bedlîs, bang li bedlîsiyan kir û got: "Mirov dikare bi dengekî bi ser bikeve."    * Hunermendan ji bo şandina desthilata AKP'ê ku êrişên xwe yên li ser qada çand û hunerê didomîne, wiha bang kirin: "Em xwedî li her dengî derkevin."    * Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Nûray Ozdogan da zanîn ku ji bo ewlehiya hilbijartinê hem di asta navend hem jî herêmî koordînasyonên berfireh avakirine û wiha got: “Heta ku em li ser sindoqan bin ev hilbijartin ya me ye.”   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 782’yemîn de berdewam dike.    * Çalakiya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” a ÎHD’ê û Xizmên Windakiriyan dê li Amed û Êlihê berdewam bike. (12.00-13.00)    * Dayikên Şemiyê di hefteya 946'emîn de dê çalakiya xwe ya ji bo aqubeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin bipirsin û faîlên wan bên darizandin li dar bixe. (12.00)   * Partiya Çepên Kesk wê li gelek navendan xebatên hilbijartinê bidomîne. (12.00-17.00)   * Partiya Çepên Kesk dê bi tevlibûna Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevberdevk Îbrahîm Akin, Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aşitî, Serokê Giştî yê PSK’ê Bayram Bozyel, Cîgira Hevserokên Giştî yên ESP’ê Beycan Taşkiran li Qada Îstasyona Amedê; bi tevlibûna Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek, Hevberdevk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş, Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz, Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk, Berdevkê SMF’ê Bariş Kayaoglû li Qada Yenîkapi ya Stenbolê; bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek, Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel, Cîgirê Serokê Giştî yê PÎA’yê Ahmet Kaya dê li Qada Beşyol a Wanê mitîngên fînalê li dar bixe. (13.00) ZINDÎ   * Şaxa ÎHD’a Îzmîrê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş wê li ber Sumerbanka Kevn a Konakê daxuyaniyê bide. (13.00)      * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê dê 581’emîn çalakiya xwe ya “Rûniştina F” a her hefte li dar dixe, li ber avahiya komeleyê pêk bîne. (13.30)