Yucekaya: Ev hilbijartina man û nemanê ye 2023-05-13 09:01:09 MELETÎ - Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Meletiyê Perîhan Yucekaya diyar kir ku heke partiya wan li Meletiyê parlamenter derbixe guherînên mezin wê pêk werin û got: “Ev hilbijartina man û nemanê ye. Bila gelê me dengê xwe bide me ku em bi hev re pirsgirêkên bajêr çareser bikin.”   Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê wê sibê bi milyonan biçin ser sindoqan û ji bo bijartina serokkomar û parlamenteran dengên xwe bikar bînin. Partiya Çepên Kesk ji bo hilbijartinê bi şev û roj xebitî. Yek jî ji bajarên di bin tesîra erdhejê de maye jî Meletî ye. Tevî êşa ku li pey erdhejê maye jî dilxwazên Partiya Çepên Kesk gund bi gund mal bi mal xebatên hilbijartinê kirin. Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Meletiyê Perîhan Yucekaya ku ew bi xwe jî yek ji maxdûra erdhejê ye jî tevî zor û zehmetiyan jî li hemû gund û navçeyên Meletiyê xebatên xwe yên hilbijartinê bênavber domand.    Perîhan Yucekaya derbarê hilbijartinê de ji ajansa me re axivî û bang li gelê Meletiyê kir ku dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk.    Perîhan Yucekaya   HILBIJARTINA ‘MAN Û NEMANÊ’    Yucekaya anî ziman ku hilbijartinên sibe ji bo Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn xwedî girîngiyeke mezin e û hilbijartinê weke “man û nemanê” pênase kir. Yucekaya bi lêv kir ku gelê Meletiyê xwedî li Partiya Çepên Kesk derdikeve û ev tişt gotin: “Piştî karesata erdhejê gel jî dît, partiya me bi parlamenterên xwe ve li qadan çawa alîkariya gel kirin. Ji ber wê jî hezkirineke mezin di nav civakê de çêbû û em diçin ku jî bi coş tên pêşwazîkirin. Gelê Meletiyê êdî aştî, azadî, wekhevî û demokrasiyê dixwaze. Baweriya gel ew e ku ev xwestekên wan wê bi Partiya Çepên Kesk pêk were.”   ‘PARTIYA ÇEPÊN KESK BÛYE HÊVÎ’   Yucekaya balkişand ser krîza aborî û şerê heyî  û wiha domand: “Berdela krîzê û şer jî dîsa gelê me dide. Lê em diçin ku derê em ji gelê xwe re dibêjin, şer, krîz û xîzanî ne qedera gelê me ye, jiyana wekhev, azadî û aştî wê bi Partiya Çepên Kesk pêk were.  Dema em di nava gel de digerin jî dibînin, ji ber ku di partiya me de jin hene, Partiya Çepên Kesk bûye hevî li Meletiyê.”   ‘WÊ GUHERÎNÊN MEZIN BIBIN’   Yucekaya destnîşan kir ku heke li Meletiyê namzetên Partiya Çepên Kesk bên bijartin dê guherînên mezin wê pêk werin û wiha got: “Em bawerin ku li Meletiyê parlamenter derxînin û guherînên wezin wê çêbibin. Heke em li Meletiyê parlamenter derxînin yekane em ê pirsgirêkên Meletiyê heyî û yên ji ber erdhejê bînin rojevê. Em pirsgirêkên Meletiyê yên cotkaran û maxdûrên erdhejê dizanin, ji bo çareserkirina van pirsgirêkan çi ji destê me were em ê bikin.”   ‘EM Ê BI GELÊ XWE RE PIRSGIRÊKAN ÇARESER BIKIN’   Yucekaya di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji ber erdhejê gelê Meletiyê li dijî desthilata AKP bi bertek e û wiha bang li gelê Meletiyê kir: “Gel êdî guherînê û aramiyê dixwaze. Em jî bang li gelê Meletiyê dikin ku aramî û guherîna ku ev dixwazin partiya me dê pêk bîne. Bila me biceribînin heke me xwestekên wan bi cih neanîn bila cardin deng nedin me. Lê em ê bi gelê xwe re van pirsgirêkên vî bajarî çareser bikin.”   MA / Mahmût Altintaş