Bang li bedlisiyan kirin: Dengek dikare rengê hilbijartinê biguherîne 2023-05-13 09:27:47   BEDLÎS - Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Bedlîsê Enver Barîn bang li bedlîsiyan kir û got: "Mirov dikare bi dengekî bi ser bikeve."    Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Bedlîsê Enver Barîn diyar kir ku hilbijartinên 14'ê Gulanê hilbijartinine dîrokî ne û dengek dikare gelek tiştî biguherîne û bang li bedlîsiyan kir ku biçin ser sindoqan û xwedî li dengên xwe derkevin. Barîn got: "Hûn li ku dibin bibin, ev hilbijartin bi dengekî jî dikare ji dest biçe. Lewma divê her kes dengê xwe bi kar bîne. Ev hilbijartin ji bo Bedlîsê, ji bo kurdan û demokrasiya Tirkiyeyê pir girîng in. Ev hilbijartineke dîrokî ye û em ê encamekê jê bigirin. Lewma ez bang li her kesî dikim ku dengên xwe bi kar bînin."    ‘TU HÊVIYA GEL JI AKP'Ê NEMAYE'   Rêveberê Partiya Çepên Kesk ê Tetwanê Îbrahîm Baran jî anî ziman ku ew ê li bajêr tu malê nehêlin ku neçinê û got ku di demên dawî de bi piranî di warê nîşandana pusûleya dengan de dixebitin. Baran ev tişt gotin: "Em bi şev û bi roj dixebitin. Ji ber vê em rastî eleqeyeke mezin a gel tên. Em yeqîn dikin ku em ê ji vir 3 parlementeran bişînin meclisê. Ji lew re yeqîniya gel bi AKP'ê û partiyên din nayê. Dibînin ku desthilatê tu sozeke xwe jî bi cî neaniye."    ‘DÊ BERSIV BÊ DAYÎN'   Baran bibîr xist ku AKP'ê Cîgirê Waliyê Şirnexê Tûran Bedirhanoglû ku wekî qeyûm tayinî Şaredariya Şirnexê hat kirin û Mûaz Ergezenê ku di dema êrişên li ser Efrînê de navê xwe li ser fuzeyan nivîsandiye kiriye namzet û wiha axivî: "Rabûne qeyûm anîne vir û ew kirine namzet. Der barê wî de gelek lêpirsîn hene. Dixwazin bibe parlementer, ji bo neyê darizandin. Ji lew re serê vê digihê Erdogan, digihê kurê Erdogan û zavayê wî. Lewma ew kirine namzetê AKP'ê. Namzetê Partiya ÎYÎ'yê Safter Gaydali jî her tim partiyan diguherîne. Gelê Bedlîs baş bi van dizane. Em vê yekê ji her kesî re dibêjin. Yek jê qeyûm e, yek jê jî namzetê meral Akşenerê ye ku berpirsê cinayetên kiryar nediyar e. Gelê me hay ji vê heye û dê di sindoqê de bersivê bide."    ‘EM Ê DENGÊ XWE BIDIN XWE'   Welatiya bi navê Sînem Ertaş jî ku got "Em ê dengê xwe bidin xwe" destnîşan kir ku haya wan ji her tiştî heye û bê şik û guman ew ê ji vir parlamenteran bişînin Meclisê.    Xanim Oncul jî destnîşan kir ku divê her kes dengê xwe bide kurdan û got: "Dem hatiye ku desthilat bê guherandin."