Ozdogan: Heta ku em li ser sindoqan bin ev hilbijartin ya me ye 2023-05-13 11:14:17     ENQERE - Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Nûray Ozdogan da zanîn ku ji bo ewlehiya hilbijartinê hem di asta navend hem jî herêmî koordînasyonên berfireh avakirine û wiha got: “Heta ku em li ser sindoqan bin ev hilbijartin ya me ye.”   Ji bo hilbijartinên Serokkomariyê û yên giştî wê sibê 64 milyon û 113 hezar û 941 hilbijêr wê biçin ser sindoqan û deng bikarbînin. Partiya Demokratîk a Gelan ku dê ji lîsteya Partiya Çepên Kesk bikeve hilbijartinê ji bo ewlehiya hilbijartinê 2 sal in xebatên xwe didomîne. Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Nûray Ozdogan xebatên xwe yên ji bo ewlehiya hilbijartinê di bin banê Navenda Koordînasyonê û Şopandina Hilbijartinê ya HDP’ê û Partiya Çepên Kesk de dimeşînin û amadekariyên ji bo roja hilbijartinê kirine vegotin.    Ozdogan, bi lêv kir ku nêzî du sal in xebatên hilbijartinê dabûn dest pê kirin û wiha got: “Lê me piştî karesata erdhejê hemû xebatên xwe dan sekinandin. Hemû yeke û koordînasyonên me yên hilbijartinê li herêma erdhejê dest bi xebatan kirin. Hêj jî birînên wan nehatine pêçandin. Em dixwazin demildest hilbijartin xelas bibe û ji nû ve biçin herêmên erdhejê û bi armanca piştevaniyê pêçandina birînan bidomînin.”   GIRÎNGIYA HILBIJARTINÊ YA JI BO TIRKIYEYÊ    Ozdogan destnîşan kir ku di rewşeke dijwar de dikeve hilbijartinan û wiha got: “Niha li dijî partiya me dozeke girtinê ya dewam dike heye. Gelek endamên me girtî ne û di pêvajoyeke binçavkirinê yên nesikinin de derbas dibin. Lê di vê pêvajoyê de xebatên me qet nesikinîn. Li ser banga me gelek dilxwaz tevli xebatên me bûn. Hilbijartineke ku ji bo demokrasiya Tirkiyeyê girîng e. Em girîngiya vê li ber çavan digirin û destûr nadin tu tiştên ku bibin sedemê binpêkirina ewlehiya hilbijartinê. Me hewl da pergaleke ku dengên tên dayîn ji sindoqê derkevin.”   HEVKARIYA EWLEHIYA HILBIJARTINÊ    Ozdogan, anî ziman ku partiyên muxalefetê yên din jî ji bo ewlehiya hilbijartinê bi awayekî çalak dixebitin û diyar kir ku bi wan re jî di nava koordînasyonê de ne. Ozdogan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em bi vî halî difikirin em li hemû bajaran hene. Em hewl didin bi hemû partî û saziyên mûxalîf re bikevin nava hevkariyê. Saziyên ku peywîra wan a serbixwe û kontrolkirinê hene cuda cuda dixebitin. Em bi hemû kesên di mijara hiqûq û demokrasiyê de derdekî wan heye re dixebitin.”   PERWERDEHIYÊN EWLEHIYA HILBIJARTINÊ    Ozdogan, bal kişand ku ji bilî girîngiya hilbijartinê dikevin hilbijartineke ku ji bo ewlehiyê jî fikarên wan zêde ne û wiha berdewam kir: “Me herkesên ku di hilbijartinê de cih bigire re bi awayekî fîzîkî û online perwerde dan. Me di vê mijarê de hewl da xwe bigihînin herkesê. Her wiha me di Youtubê de modulên perwerderhiyê û materyalên ku divê roja hilbijartinê bi çi baldar bin weşandin.”   JI BO HER ÎTÎRAZÊ FORMATEKE CUDA   Ozdogan, anî ziman ku ji bo her îtîrazê formatên daxwaznameyan ên cuda cuda amade kirine û wiha lê zêde kir: “Her cure materyalên ku divê di destê muşahidekî an jî di destê parêzerekî de hebe hatin amadekirin û şandin. Me hewl da îtîrazên têkildarî hilbijartinê de tu kêmasî neyên kirin. Em roja hilbijartinê ji her binpêkirinê re îtîraz bikin.”   4 HEZAR PARÊZER DÊ LI QADÊ BIN    Ozdogan, bi lêv kir ku ji parêzeran re perwerdehiya ewlehiya hilbijartinê jî dane û wiha pê de çû: “Me li herêmên Anatoliya Navîn, Ege, Behraspî, Marmara, bajarên erdhej lê çêbûyî û herêmên Kurdistanê ji bo ewlehiya hilbijartinê ji hemû parêzeran re perwerdehiya onlina da. Perwerdehiyên muşahidan jî her roj berdewam bike. Dê li her bajarî parêzerên me yên di navendên krîzê de bixebitin hebin. Niha 2 hezar parêzerên bi partiya me re û nêzî 4 hezar parêzerên bi tifaq û pêkhatiyên me re bi awayekî hevpar tevbigerin hene. Hêj jî parêzerên ku digerin û dibêjin ji bo hilbijartinê dixwazin bixebitin hene.”   ‘JI GOTINÊN PROVOKATÎF RE NEBIN BERSIV’    Ozdogan, hişyar kir ku li cihên ku xebatên hilbijartinê tên birêvebirin û roja hilbijartinê divê rê nedin tu çalakiyên provokatîf û got: “Derdê me parastina sindoqan û encamên hilbijartinê ye. Teqez bila ji tu gotin û çalakiyên provokatîf re bersiv neyên dayîn. Ji ber ku tifaqa milet a ku winda bike hewl dide gengeşiyê zêde bike. Esas pirsgirêka windakirinê ya Tifaqa Cûmhûr a faşîzan a paşverû heye. Em qasî ku çavdêriya sindoqan bikin, di dawiya rojê de girteka encamên hilbijartinê yên sindoqan bigirin bawerî bi tu gotinên bifikar neînin.”   ‘ME PERGALA ÎNFORMATÎKÊ AVA KIR’    Ozdogan, anî ziman ku her muşahid dikare girteka encama hilbijartinê bigire û tiştên pişt re bên kirin wiha vegotin: “Heke muşahîd û parêzerên me yên peywîrdar dema li navendên yekkirinê yên navçeyan de dikevin kompîtûran baldar bibin wê pêşî li ber kêmasiyên çêbibin jî bê girtin û mudaxileyên qestî jî. Em vê yekê bikin nikarin dengan bidizin. Me jî pergala xwe ya înformatîk ava kir. Hemû encamên tên em ê bi girtekan ve li pergala xwe qeyd bikin. Dê vê yekê gelek saziyên serbixwe jî bikin. Meseleya me ew e ku em bi awayekî aram bisekinin û sedemên ku ewlehiya hilbijartinê binpê dikin ji wê qadê dûr bêxin. Dê bi zanebûn bikin, niha jî tê kirin. Lê em bawerî hêz û baweriya gel dikin. Bila bawerî bi pergala me avakirî bikin, bila girêdayî koordînasyona me bin.”   ‘HILBIJÊR DIKARIN XWE BIGIHÎNIN ME’    Ozdogan, anî ziman ku hem di asta navendî hem jî herêmî koordînasyonên berfireh avakirine û wiha got: “Bi rêya navendên me yên koordinasyon û şopandina hilbijartinê ku me li navçe û li navendan avakirine hemû hilbijêrên me dikarin xwe bigihînin me. Bila teqez agahiyê bidin me. Em ê di heman rojê de qertê wan ê muşahidiniyê bigihînin wan. Xetên me yên di roja hilbijartinê de vekirine jî hevalên me yên ji her serlêdanê re bibin bersiv dê hebin.”   ‘EM Ê HEWL BIDIN BINPÊKIRINAN ASTENG BIKIN’    Ozdogan, bi bîr xist ku gundên nikarin biçin ser sindoqan hene û ev tişt gotin: “Gundên ku dengên bloq tên bikaranîn hene. Dibe ku di vê hilbijartinê de jî bibe. Pergalên serbixwe yên baroyan avakirine jî hene. Em ê hewl bidin bi parêzeran re biçin van gundan jî. Em hewl bidin kesên ewlehiya hilbijartinê binpê dikin dengan xesp dikin asteng bikin, li cihên ku me nekarî asteng bikin jî em ê gilî û îtîrazên xwe bikin.”   ‘EM LI SER SINDOQAN BIBIN’    Ozdogan herî dawî ev bang kir: “Em aram bibin. Em bizanin em dengê çawa û bidin ku derê. Em dîmenên ku partiyê weşandine ku deng çawa tên bikaranîn temaşe bikin. Em mirovên li der dora xwe araste bikin. Bêyî ku li ser sindoqan kaosê derxînin em li wir bisekinin. Em bawerî bi agahiyên fikaran ava bikin û nayên kontrolkirin neînin. Heta ku em li ser sindoqan bin ev hilbijartin ya me ye.”   MA / Zemo Aggoz