Dîmena dawî ya Abdulhalîm Kirtay 2023-05-13 11:55:09 AMED - Abdulhalîm Kirtay ê piştî 30 salan hate berdan û piştî 51 rojan jiyana xwe ji dest da, têkoşîneke mezin û dîmenê kêliya ku strana “Çavên te wek çavên xezalê” dibêje li pey xwe hişt.    Abdulhalim Kirtay ê di lîsteya girtiyên nexweş ên giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de bû û di 22'ê Adarê de hatibû berdan, 51 roj şûn de jiyana xwe ji dest da. Kirtay piştî ku hat berdan, ji ber nexweşiyên xwe yên giran li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê dihat dermankirin. Kirtay, duh li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.     Kirtay ê li ber mirinê bû, piştî hate berdan demekî kurt li mala xwe mabû û dîsa rakiribûn nexweşxaneyê. Kirtay ê duh li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê jiyana xwe ji dest da, li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan a Amedê hate veşartin.    Kirtay ê 30 salan di girtîgehê de têkoşiya, ji bilî têkoşîneke mezin dîmênê kêliya ku strana Seîd Yûsûf a “Çavên te wek çavên xezalê” dibêje li pey xwe hiştin.