Şandeya fransayî serdana Malbata Şenyaşar kir 2023-05-13 12:59:29 RIHA - Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 782’yemîn de didome. Şandeya faransî serdana malbatê kir û got ew ê li Cenevreyê bibin dengê malbatê.    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ku ji 9’ê Adara 2021’an ve li ber Edliyeya Rihayê didome, di roja 782’yemîn de berdewam dike.    Emîne Şenyaşar wek her roj ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hat ber Edliyeya Rihayê û li şûna her roj dest bi nobedê kir. Ferît Şenyaşar ji ber ku tev li xebatên hilbijartinê bû nehat cihê nobedê.    ‘EM Ê LI CENEVREYÊ BIBIN DENGÊ MALBATÊ’    Şandeya ji Şaredarê Cenevreyê yê berê Rêmy Pagani, ji partiya Însoumise ya Fransayê Angélique Schmidt û rojnamevan Rachad Armanios pêk dihat serdana Emîne Şenyaşar kir.    Şandeyê derbarê qetlîamê û têkoşîna edaletê ya malbatê de agahî wergirtin. Şandeyê ji Emîne Şenyaşar re desnîşan kir ku ew ê li Cenevreyê bibin dengê malbata Şenyaşar û dê her tim piştevaniya malbatê bikin.    Emîne Şenyaşar jî ji bo piştevaniya şandeyê spasî kir û diyar kir ku piştevanî wan bi hêztir dike.