ÎHD: Bila girtiyê nexweş Kodîn were berdan 2023-05-13 14:50:46 ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’a Îzmîrê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Eyûp Kodîn û xwest ku were berdan.    Daxuyaniya ku Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê her du hefteyan carekê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dide, di hefteya 274’an de li pêşiya Sumerbank a kevin a Konakê hate dayîn. Rêxistinên girseyî yên demokratîk, saziyên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankartên “Bêdeng nemîne nebe şirîk, dimirin” û “Girtiyên nexweş dimirin” hatin vekirin. Di daxuyaniya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Eyûp Kodîn (49) ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Sêweregê tê ragirtin.    HÊJ TEDAWIYA WÎ NEQEDIYAYÎ HATE GIRTIN   Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek daxuyanî xwend û wiha got: “Nexweşiyên dil, hîpertansiyon û şekirê yên Kodîn hene. Kodîn ji ber cezayê hefsê yê 6 sal û 3 mehan, di sala 2019’an de hate girtin. Piştî emeliyata bypassê, ji bo tedawiyê înfaza wî bo 3 mehan hate taloqkirin û di 5’ê sibata 2023’yan de hate berdan. Lê belê tedawiya wî hêj xelas nebûbû ku di 28’ê nîsana 2023’yan de dîsa hate girtin û şandin Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Sêweregê.    REWŞA TENDURISTIYÊ   Kodîn, rewşa xwe ya tenduristiyê bi rêya malbata xwe ji ÎHD’ê re şand. Dibêje; ‘Di pêvajoya pandemiyê de min 2 salan nekarî biçim nexweşxaneyê. Ji ber ku di gelek beşên Nexweşxaneya Sêweregê de bijîşk tune ne, min nekarî tedawî bibim. Gelek girtiyên nexweş jî nikarin li girtîgehê tedawî bibin. Di 23’yê çileya 2023’yan de ez emeliyata baypassê bûm. Piştre jî bi zora leşkeran ji nexweşxaneyê hatim derxistin û birin girtîgehê. Heta li nexweşxaneyê jî ez bi destkelemçekirî dibirim daşirê. Dema ji nexweşxaneyê hatim derxistin, girêdayî monîtorê bûm. Tevî ku makîneya hilmê li ber poza min jî bû, destên min hatin kelemçekirin, bi darê zorê li wesayîta leşkerî hatim siwarkirin û birin girtîgehê. Heta ambulans jî nedan. Saxderketina min a ji wir mimkin nebû lê hevalên min li min dinihêrtin. Piştî taloqkirina înfazê, rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ hate dayîn. Vê jî ez kirim çaryek mirov.”    'DIVÊ ÎNFAZA WÎ WERE TALOQKIRIN’   Çîçek, destnîşan kir ku şert û mercên girtîgehê ji bo tedawî û nihêrtina Kodîn guncav nînin banga kir ku di serî de Kodîn, hemû girtiyên nexweş tavilê bên berdan.    Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.