Li Yenîkapiyê bang kirin: Bay bay yekzilam 2023-05-13 15:30:54 STENBOL  - Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz di mitînga Partiya Çepên Kesk a Yenîkapiyê de axivî û peyama “Bay bay yekzilam” da. Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş jî tev li dirûşma ku bi dehhezaran yekkesî berz dikir bû û got: “Em li vir in, em hene, hûn dê biçin, em ê bi ser kevin.”    Partiya Çepên Kesk bi tevlibûna dehhezaran kesan li Qada Yenîkapi ya Stenbolê mitînga fînalê li dar dixe. Bi dehhezaran kesan gotin ku dê di 14’ê Gulanê de îktîdara AKP-MHP’ê bi dawî bikin. Mitîng bi dirûşma “Destpêka muhteşem” hate lidarxistin û Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Hakan Ozturk, Berdevkê Demê yê Federesyona Meclisên Sosyalîst (SMF) Bariş Kayaoglû û namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê herêma 1’emîn ê Stenbolê Sirri Sureyya Onder weke axêver tev li mitîngê bûn.    YENÎKAPIYÊ SILAV JI OCALAN RE ŞAND    Bi dehhezaran kesên ji her reng û dengan bi kelecana hilbijartinê û bi biryardariya têkbirina îktîdara AKP-MHP’ê qada mitîngê tije kirin û bi yek carê alayên Partiya Çepên Kesk bilind kirin. Her wiha li ber stranên kurdî xelekên govendê gerandin û dîmenên rengîn derketin. Rojeva sereke ya bi dehhezaran kesên li qadê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû û dovîza “Hûn nikarin roja me tarî bikin” û pankarta “Em tevgera vegera li dîrokê li evînê ne. Em li pey nemiriyê ne” mohra xwe li mitîngê dan.    CÎHAN AYMAZ NEHAT JIBÎRKIRIN   Di mitîngê de derheqê gelek mijarên civakî de peyam hatin dayîn. Peywirdarên cemaweriyê bi pankarta “Ew dê biçin KHK’î dê bi ser kevin” cih girtin û her wiha wêneyê muzîkjenê kolanê Cîhan Aymaz jî hatin rakirin ku dema li Kadikoyê stran digotin hatibû qetilkirin.    RIZGARÎ TUNE YE   Ji 7 salî heta 70’ê salî her kes herikî qada mitîngê û tevlibûna zêde ya jin û ciwanan bal dikişand. Di mitîngê de bênavber dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hate berzkirin. Her wiha pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê û Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd jî bi gotina “Bi tena serê xwe rizgarî tune ye, yan em tevek bi hev re yan jî tu kes ji me” di mitîngê de cih girtin.    ‘BERXWEDANA ME PÎROZ BE’   Mitînga biheybet, bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir. Piştre jî namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk hatin danasîn. Namzeta parlamenteriyê  Dêrsim Dag axaftina destpêkê kir û girse bi kurdî û tirkî silav kir. Dag, got ku divê komkujiyên di dema AKP’ê de hatine kirin neyên jibîrkirin û bang li her kesî kir ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Dag; wiha got: “Ev dar sembola jiyanê ye. Berxwedana me pîroz be.”    ‘BAY BAY YEKZILAM’   Piştre jî Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz axivî û ev tişt anî ziman: “Gelo hûn amade ne ku em desthilata heramzadeyan hilweşînin? Di 14’ê Gulanê de diyariya herî xweşik, têkbirina AKP-MHP’ê ye. Ey yekzilam, hem li jêr hem jî li jor bo te dawiya rê xuya dike. Bay bay yekzilam. Nifirên dayikên me hene. Di erdhejê de dayikên me dan girî. Zarokan jiyana xwe ji dest dan û dayik giriyan. Lê wan ji xwe re kon firotin.” Akdenîz, dayika Ugur Çolak ê ku di teqîna madenê ya li Soma ya Manîsayê de jiyana xwe ji dest dayî Gulsum Çolak vexwend ser dikê. Çolak, got: “Em hêj jî li edaletê digerin.”    'DEYNÊ STÛYÊ ME YE’   Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş jî got ku dê soza xwe ya ji bo rojnameger, siyasetmedar, hiqûqnas û ciwanên welatparêz ê niha di zindanan de bigirin û wiha domand: “Hezaran silavan ji bo Gultanê, Sebahatê, hemû girtiyan, ji bo şehîdên xwe û nemirên xwe dişînin. Têkoşîna wan ser serê me ye ser çavên me ye. Serkeftin, deynê stûyê me ye.” Di vê navberê de girseyê dirûşma “Şehîd namirin” berz kir. Gumuştaş, wiha pê de çû: “Em li her derê vê dirûşmê berz dikin, em ê bi berxwedanê bi ser kevin. Em li vê qadê dîsa dibêjin; em li vir in, em hene, hûn dê biçin, em ê bi ser kevin.”    'EM BIBIN YEK Û BI SER KEVIN’   Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk jî destnîşan kir ku dê bi saya têkoşîna hevpar a gelan îktîdara AKP-MHP’ê têk bibin. Ozturk, wiha dom kir: “Tu kes padîşah nîne, qral nîne lê ev gele di 14’ê Gulanê de bo te hereketeke mîna ya qralan bike. Heke yên hildiberînin ev gel be, wê demê divê ev gel birêve bibe. Em hemû dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Em bibin yek û bi ser kevin. Bila serkeftin a me be.”    DIRÛŞMA ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’   Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Nîlay Kuş jî daxuyand ku dê vê tarîtiyê sibe têk bibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pir ditirsin ku dê kursiyên xwe yên 21 salan winda bikin. Hewl dan xebatên me yên hilbijartinê astenb bikin, êrişî bûroyên me yên hilbijartinê kirin. Lê nekarin astenb bikin, vaye em li vir in.” Di vê navberê de girseyê dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kir.    Mitîng, bi axaftinên Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Hevberdevkê HD’ê Cengîz Çîçek berdewam dike.